Li Sîegenê jinan ji bo Ocalan kon danîn

Li Sîegenê bi pêşengiya jinan li dijî tecrîda li ser Ocalan kon hatin danîn, çalakiya rûniştinê hate kirin.

Li Elmanya Sîegenê, ji hêla endamên Meclîsa Jinan a Pakîze Nayir ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê hate kirin û konê agahdarkirinê ji bo du rojan hate danîn. Çalakî di cihê her şên ê bajêr Kolner Torê de hate çêkirin, roja În û Şemiyê pêwendiyeke zêde ya gel ji bo çalakiyê hebû. Di kon de li ser pergala êşkenceyê ya li  Imraliyê ya li ser Ocalan hate axaftin û her wiha binpêkirinên mafê mirovan ên li Tirkiyê jî bûne rojeva axaftinan, bi sedan belavok hatin belavkirin.

Ji bo çalakiyê mirovên derdorê pêwendiyeke zêde nîşan dan, peyam hate dayin ku heta tecrîda li ser Ocalan rabe ew ê çalakiyên xwe geş bikin.