Li Şêxmeqsûd 3 leşker hatin kuştin
Li Şêxmeqsûd 3 leşker hatin kuştin
Li Şêxmeqsûd 3 leşker hatin kuştin
Li Helebê hêzên rejima Baas êrîşî taxa Şêxmeqsûd ku piranî Kurd lê dijîn kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê de 3 leşker hatin kuştin û wesayîtek hate rûxandin.
Çavkaniyekî YPG᾿ê li Helebê diyar kir ku, hêzên rejîma Baas duh êvarê, di herêma benda Mexselet Elcezîra re êrîş kirin. Hêzên YPG᾿ê bersiva êrîşê dan û di encamê de 3 leşker hatin kuştin, yek birîndar bû û wesayîtek doşka li ser hate rûxandin.
Heman çavaknî da zanîn ku, hêzên rêjîmê ev demeke bi çekên giran êrîşî taxa Şêxmeqsûd a dikin da ku taxê têxin bin kontrola xwe. Her wiha hêzên rejîmê taxê topbaran dike û di encamê de gelek ziyana aborî li derdorê çêbû. Çavkaniyê YPG᾿ê destnîşan kir ku, hêzên YPG᾿ê bi hemû hêza xwe dê taxê biparêzin.