Bi armanca ku piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê yên ku li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê hatine destpêkirin, piştî Saratov û Yarşov yên Rûsyayê niha jî li paytexta Moskowê çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Greva ku dorveger hatiye destpêkirin bi dehan sazî û kes tevlî bûn.
Li ser navê kesên dest bi grevê kirine Serokê Mala Çand a Kurd ya Mezotamyayê Refîqê Kamil axaftinek kir. Kamil wiha got: “Ligel hemû sazî û lijneyên Rûsyayê em wekê gel heta dawiyê li pişt vê têkoşînê ne. Li seranserê Tirkiyeyê grevên li girtîgehan dest pê kirin bi armanca ku bi encam bibe çi ji destê me bê me ligel hevalên xwe ne. Em di serî de bang li Yekitiya Ewropayê, Netewên Yekbûyî û hemû sazî û lijneyên humanîst dikin, bila êdî dengê me bibîhizîn.”
‘DIVÊ ÊDÎ ERDOGAN JI MIROVAHIYA XWE ŞERM BIKE’
Kamil destnîşan kir ku ev agir dê we jî bişewitîne û wiha pê de çû: “Hêj divê çend kes bimire? Em di serî de bê dengiya wan rexne dikin. Em dizanin ku ev greva birçîbûnê ya ku hatiye destpêkirin, mafdar e û jibo kurdan de bi wate ye. Ev têkoşîn û berxwedana gelekî ye. Divê êdî Erdogan ji mirovahiya xwe şerm bike. Weke em hemû dizanin bi vê grevê re di dîroka kurd û Kurdistanê de rupeleke nû vebûye û têkoşîna gelê kurd ya mafdar gihiştiye asteke nû. Ger Tirkiye aşitî û demokrasiyê bixwaze, êdî divê çare û rê ne li derve, yekan riya vê heye ew jî Birêz Ocalan e. Ger ku ji bilî vê behsa rê bê kirin wê demê tu encam nayê bidestxistin. Ji vir şûnde ger tiştekî neyînî biqewime Erdogan berpirsyar e. Ji ber ku ji bilî rondikên çavan û xwînê tu tiştek neanîne vê axê.”
‘BERXWEDANÊ DILÊ DIJMIN TIRSANDIYE’
Kamil di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em bi vê bawer in ku em di serî de tecrîda li ser Rêber Apo dişkînin. Ew jî dizanin ku Rêber Apo ji bo gelê kurd sedema hebûnê ye. Heta îro her tim soz dan. Di dîrok û roja me de êdî ji tunebûna xwe netirsiyan. Îro greva me ya ku didome bûye semboleke hebûn û tunebûnê ya ji bo gelê kurd. Ev berxwedana bêhempa dilê dijmin tirsandiye. Divê em heta dawiyê xwedî li vê derkevin û ev riya ku hatiye dest pêkirin veguheriye rojiya mirinê. Em ji bom e kurdan bûye pîroz.”
Kamil di dawiya axaftina xwe de got ew wekê kurdên li Rûsyayê li pişt vê grevê ne û piştgiriyê didinê û wiha got: “Em hemû hevalên xwe yên di grevê de silav dikin.”