Li Rûsyayê pîrozbahiyên '4'ê Nîsanê'
Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Li gelek herêmên Rûsyayê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Pîrozbahî li paytexta Rûsyayê Moskowayê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de sînevîzyon hate nîşandan. Di çalakiyê de Hevseroka Rêxistina Jinên Kurd ên Moskowayê Tara Qadîr axivî û diyar kir ku bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdên li Kurdistanê û li çar aliyê cîhanê dijîn, bûne xwedî hişmendiya hebûna xwe û gihiştine azadiya xwe.
Di şahiya ku bi coşeke cejnê ji bo zarokan pêk hat, zarokan helbestên ku diyarî Rêberên xwe kiribûn xwendin. Di çalakiyê de Mesûd Med û Memê Ûso jî derketin ser dikê.