Bi armanca piştevaniya bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên Tirk dane destpêkirin, Kurdên li bajarê Saratov ya Rûsyayê jiyan dikin dest bi çalakiya birçîbûnê kirin.
Kurdên li bajarê Saratov yê Rûsyayê jiyan dikin bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ji bo ewlekarî, tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd, rakirina astengên pêşiya mafê perwerdeya Kurdî û parastina Kurdî li zindanên Tirk dane destpêkirin, di bin banê mala Kurdan de çalakiya birçîbûnê hate destpêkirin.
Endamê komîteya atonomî ya mala Kurdan Mîrza Elî axaftinek kir û da diyarkirin ku, em jî weke Kurdên li vê derê jiyan dikin, baş dizanin ku zextên bêqanûnî, bê hiqûqî û bê exlaqî yên dewleta Tirk li ser gelê Kurd dide meşandin û vê ji nêz ve dişopînin.
Mîrza Elî di axaftina xwe de balkişande ser çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk û wiha got; “Em ji vir silav û rêzên xwe ji rêhevalên xwe yên qehreman ku li zindanan dest bi çalakiya birçîbûnê kirine dikîn û ji bo piştevaniyê dest bi çalakiya birçîbûnê dikîn. Dibe ku tiştên em dikin têr nekin lê belê em ji dil û can bi wan re ne. Bi vê boneyê ez bang li hemû gelê Kurd dikim, bi taybet ji gelê me yê li Rûsya û Sovyetê jiyan dikin, rica dikim ku bila dengê rêhevalên me yên zindanan bibîhîzin. Em weke gelê Kurd tu caran vê zilmê napejirînin, çi dibe bila bibe em dê tekoşîna xwe bidomînin.”
Heman çalakî dê li navçeya Ozinki ya Saratovê bê destpêkirin.