Li Rojava, koalîsyon û kujerên wê ranawestin

Li Rojava, koalîsyon û kujerên wê ranawestin

Lîstikên li ser Rojava naqedin. Sedemên neqedeina wê yên dîrokî, civakî; bêguman siyasî, îdeolojîk û rêxistinî nehen. Ev lîstik, encameke hesabên dîrokî yên hêzên navnetewî ye. Li gel DYE û Rûsya, Tirkiye û pratîsyenê wê yê li nava civaka Kurd Hukûmeta Nêçirvan Barzanî. Derket holê ku li pişt hemû êrişên li dijî Rojava, ev koalîsyon heye. Ev êrişên xwe yên bi planên veşartî dikirin, êdî pêwîstî bi veşartina wê nabînin û bi bikaranîna hin piyonan re van êrişên xwe dikin. Êrişên li Efrîn û Amûdê mînaka zelal a van êrişan e. Du armancên êrişan hene: Kurdan ji xeta sêyemîn vegerînin. Gava ev bi ser nexistin jî, hêza şoreşger a Kurdan bişkînin û baweriyê ji holê rake.

BINGEHÊN DÎROKÎ Û PYD

Bingeha siyasî ya li Rojava xwe dispêre sala 1957'an. Lê belê bineyatiya siyasî ya li vê derê, cara yekemîn li destwerdana PDK'ê rast hat. Di sala 1961'ê de, yek ji navê herî bi bandor ê partiyê Osman Sebrî li Başûr ji aliyê PDK'ê ve hat girtin. Navên din ên bi bandor û yekemîn Sekreterê Giştî Nûrettîn Zaza û Hamidê Hecî Dervîş, ji bo 2 salan ji partiyê hatin dûrxistin. Osman Sebrî, piştî 2 salên girtî yên li Başûr, derbasî Rojava bû lê piştî demeke kurt ji aliyê Rejîma Beesê ve hat girtin.

Li ser vê partiya yekemîn 23 partî ava bûn û ji ber vê perçebûna bi heybet, ev partiyên mijara gotinê bi tenê bi şefên xwe tên bîranîn. Mînak Mûsatafa Cûma û Mûstafa Oso her yek ji wan xwedî partiyekê ne, navê wan jî yek e: Partiya Azadî. Dîsa di bin navê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyê 3 partî hene. Di ser de, gelek rêveberên van, şefên wan bi xwe jî, di dema Beesê de bi rejîmê re di nava xweşbîniyê de didan û distand. Gelek ji wan li cihên bi bandor ên rejîmê de wezîfedar bûn. 

PYD gelekî dereng piştî van avabû, lê ji ber ku xwedî li mîrateya PKK'ê derket di demeke kin de veguherî hêzeke xurt û rêxistinbûyî ya li nava gel. Yên PYD ava kirin, malbatên mirovên di Tevgera Azadiyê ya Kurd de can û ked dane ye. Divê em jibîr nekin, em behsa 5 hezar şehîdan dikin.

Kurdên li Rojava, ev nêrîn û vîna şoreşger ji xwe re weke navnîşan dît û xwe li dora PYD'ê civand. Lê belê hînê ji roja destpêkê ve hewldanên ji hêz xistina PYD'ê û îpotekkirna vîna gel, destpê kirin. Ev yek beriya her kesî ji aliyê rêveberiya Başûrê Kurdistanê ve hat kirin. Li Hewlêrê du konferans li dû hev hatin lidarxistin û PYD'ê nehat vexwendin. Ev yek nîşaneyeke berçav a vê rewşê ye. Dûre, weke alternatîfa Meclîsa Gel a Rojava ya di sala 2007'an de ji aliyê PYD'ê ve hat avakirin, wan jî rabûn Meclîsa Neewî ya Kurdên li Sûriyê ava kirin. Gava vê jî encam negirt, vê carê formule bi navê Konseya Bilind a Kurd ku herdu Meclîs tê de cih bigirin, derxistin holê. Konseya Bilind a Kurd, ji endamên wekhev ên herdu Meclîsan pêk tê. Lê belê piştî ku Rêveberiya Başûrê Kurdistanê tişta hêvî dikir ji vê jî bi dest nexist, vê carê rabû dest bi xebatên perçekirina Meclîsa Netewî ya Kurdên li Sûriyê kirin. Sedema wê zelal e: Hin partiyên li nava vê Meclîsê, di çarçoveya berjewendiyên Rojava de xebitîn: Ji Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdên Sûriyê Muhyettîn Şêx Elî, baskê Nûsrettîn Îbrahîm, ji Partiya Çep a Kurdên li Sûriyê Mûhamedî Mûsê, Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurdên li Sûriyê.

Di encama van hewldanên perçekirinê yên rêveberiya Başûrê Kurdistanê, ku payizê destpê kir, herdu Partiyên Azadî, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdê li Sûriyê ya Fûat Alîko û El Partî, biryar dan ku "yekitiyeke siyasî" ava bikin. Di ser de jî minêtdariya xwe ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê re pêşkêş kirin. Ev yekî heta mehên biharê meşiya. Dûre yekî xwe jê vekişand. Yanî, bi ser neket. Bi vî rengî Rêveberiya Başûrê Kurdistanê yekser ket dewrê û piştgiriya xwe ya ji bo komên di warê siyasî, dîplomatîk, leşkerî û aborî de êriş dikirin, veneşart.

Gava mirov li êriş û hewldanên provokatîf ên li dijî Rojavayê Kurdistanê di rojên dawî de dinêrin, derdikeve holê ku fermanên Wezareta Karên Derve ya Tirk a ku par ji Sefaretxaneya Bilind a li Hewlêrê hatibû bihîstin, gav bi gav bicih tê anîn. Êriş, hewldanên provokatî, rêbazên şerê psîkolojîk ên reşkirinê û derxistin kaosê, xwe di nava vê planê de cih digirt.

BAŞE ÇIMA NIHA?

Yekemcar gelê Kurd wê bi vîna xwe ya siyasî ya ji nava hêzên şoreşger derket holê, ji aliyê Konseya Bilind a Kurd ve li Konferansa Cenevreyê bihata temsîlkirin. Kurdan wê rastiya xeta sêyemîn a şoreşa Rojava û rêya rast a çareseriyê nîşan bida û ev yek li qada navnetewî bihata qebûlkirin. Ji xwe hêza herî xwedî rêxistin a li Sûriyê û cihê êriş û şer lê dernayê, bajarên Rojava ne. Sîstema xeta sêyemîn a gelên li bajar, bajarok û gundên Rojava dijîn, sîstema Xweseriya Demokratîk e.

Rûsya û DYE yên ev hêza Kurdan dîtin, vê carê rabûn li hemberî hev bikar bînin. Rûsyayê da xuyakirin ku divê Kurd li Cenevreyê bi nûnerên Konseya Bilind a Kurdan bê temsîlkirin. Rûsyayê ev hêza temsîlkariyê û vîna gelê Kurd, ji xwe re kir navgîneke siyasetê. Li hemberî vê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî modêla Rojava parast û xwest ekîba Abdûlbasût Seyda ya biryargeha wî li Tirkiyê ye, beşdar bibe.

Her tiştî ji vê destpê kir. Plan û êrişên dema nû, piştî vê destpê kirin û hêzên ev plan xistin pratîkê, ketin nava tevgerê. Hêza pratîkkirinê jî, ji xwe li Hewlêrê di bin koordînatoriya rêveberiya Başûrê Kurdistanê de dihat rawestandin. Mûstafa Cûma û Abdulhekîm Beşar ji mêj ve pêşengiya vê dikirin. Lê belê vê carê, êriş mîna berê wê bi tenê ji aliyê Kurdan ve nehatibûya kirin. Eger pêwîst bibûya wê bi piştgiriya Tirkiyê bi awayekî vekirî, êriş bihata destpêkirin.

EFRÎN, HESEKÊ Û AMÛDÊ

Di rewşa bi vî rengî de, li ser berhema perçeyên PDK'ê li Rojava êrişan destpê kirin. Wê destûr ji yekitiya Kurdan nehatiba dayîn, ji xwe di vê pêvajoya şoreşê de yekitîbûyîna Kurdan li Rojavayê Kurdistanê, wê bihata wateya yekitiya li çar parçeyên Kurdistanê. Vê şoreşê wê bandoreke mezin li her çar parçeyên bikira. Ji ber vê yekê di serî de Tirkiye û Îran, welatên din ên li Herêmê, DYE, Fransa, Îngilîstan, Elmanya û Rûsya ji vê nerazî bûn. Lewma bi hemû hêza xwe hewl dan şoreşa li Rojava bê bandor bihêlin, "Kurdên li gorî xwe" ji nû ve bi hêz bikin û şoreşê bikişînin aliyê xwe. Êdî rastiyeke li ber çavan e, ku planên êrişê ji aliyê hêzên navnetewî ve li Tirkiyê hatine amadekirin. Ji xwe dokûman û delîlên di êrişên li Efrîn û Amûdê de derketine holê, rastiya vê yekê bi awayekî zelal radixin ber çavan.

Der heqê bûyerên li Amûdê de qewimîn, Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk bi xwe jî daxuyanî da. Tesnîfkirina Kurdan a di vê daxuyaniyê de, bi tena serê xwe bese. Li xwe mikur hatibû ku endamên komên çete gihaştine 4. Alaya Sînor a li Qoserê û li wir hatine dermankirin. Ev mikurhatine Fermandariya Artêşa Tirk eşkere dike ku bûyerên li Amûdê ji aliyê Tirkiyê, Abdûlbasût Seyda yê ji xwe re Tirkiye kiriye mesken, Selahattîn Bedrettîn, Mûstafa Cûma û Abdulhekîm Beşar ên ji xwe re Hewlêr kirine mesken û kujerên wan plan kirine û di ser de jî rola ne xêr a Rêveberiya Başûrê Kurdistanê derketiye holê. Tevî ku komên çete yên ser bi AA ji van êrişan re pêşengiyê dikin jî, tê zanîn ku "ciwanên kurd" ên ser bi El Parî û Azadî di nava van koman de cih digirin. Di êrişên li Efrînê de, 6 ciwanên li nava Azadî ji ber ku ev rewşa neyînî dîtin, hatin gel YPG'ê û daxuyanî dan.

Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk li xwe mikur hatibû ku beriya destpêkirina êrişên Amûdê ambûlans li ser sînor amade bûn. Abdûlbasût Seyda jî dabû xuyakirin ku ew bi Wezareta Karên Derve ya Tirk re di nava koordînasyonê de dixebitin. Her tişt bi awayekî zelal li holê ye û pêwistî bi şîrovekirina vê rewşê nîne.

PROFÎLÊN KOMÊN ÊRIŞKAR

Têkiliya Cephet El Nûsra bi navê xwe yê nû Devlul Îslamiye ya bi Tirkiyê re gelekî baş tê zanîn. Berpirsyarê wê yê li Tilfiratê Hasan Turkî, bi xwe ji Tirkiyê beşdar bû. "Qehreman" ê ku xetên elektrîkê yên Efrînê sê caran teqand.

Lîva Tevhîd, navenda wê li Dîlokê ye û tê zanîn ku lîderê wê Abdulkadir Salih Tirkiye ji xwe re kiriye navend. Lîva Tevhîd gava li otêlên pênc stêrk ên li Stenbolê civînên çapemeniyê lidar dixist, Tirk-Îslamperest û yên li ber destê wan (mirovên bi eslê xwe Kurd) bi heyranî li wan guhdarî dikir û gotinên wan parve dikir.

Lîva Fatîh, komeke ji aliyê Tirkiyê ve bi armanca şerê li dijî Kurdan hatiye avakirin û bi vî rengî hatiye rêxistinkirin.

Dîsa hin komên bi serkêşiya Omer Dadîk hene li herêma Azaz. Ev komên bi heman armancê hatine avakirin, piştî kuştina Dadîk jî dewamd ikin. Navê gelek ji van koman bi Osmanî ye û navê padîşahên Osmanî li xwe kirine. Hin ji wan jî bi awayekî ciddî, mîna nêviyên Osmaniyan e, nav li xwe kirine.

Nokerên Kurd jî, lingekî wan li Stenbolê, lingê din jî li Hewlêrê ye.

Ji xwe armanca gelek ji van koman, di civînên li Rihayê yên li dû hev hatin kirin de, eşkere bûn. Dokûmanên ji ser endamê Partiya Azadî Mahmût Kerho hat bi dest xistin, van hemûyan kifş dike.

JI KURDAN ÇI DIXWZIN?

Destwerdana hêzên derve û muttefîkên wan ên herêmî yên ji ber hesabên xwe yên qirêj, şoreşa Sûriyê ji armanca xwe dûr dixîne. Tûggeneral Mûstafa Şêx dabû xuyakirin ku gelek kom paravan in û bi tenê destê hêzên derve ne. Hin kom jî, masûmiyeta xwe ya destpêkê wenda kirin, berê xwe dan ranta ji şerê qirêj, beşek ji wan jî ketin nava hovîtiya fanatîzma olî. Ji şoreşê dûr ketin.

Kurdên li dora PYD'ê li hev kom bûn jî, xwe ji van hemûyan dûr xistin û bi avakirina xeteke serbixwe, berê xwe dan şoreşê. Dijwarî bi tenê ji bo parastina rewa bikaranîn û bi hemû gel û baweriyên cûda Xweseriya Demokratîk ava kirin. Li gel hemû êriş û sorkirinan jî, Kurd di xeta xwe ya sêyemîn de biryardar in. Ev vîna wan a ji pola di dawiyê de bi ser ket û bû sedem ku ew ciddî bên girtin û beşdarî Konferansa Cenevreyê bibin. Ji ber vê yekê ye, ev rêxistinbûyîna siyasî, sazîbûna xweser û hêza parastina rewa, dibin hedefa êrişan. Avabûna rêveberiyeke Kurd li Rojava ya bi pêşengiya PYD'ê, tevî Tirkiyê mixabin Rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî bêzar dike.

Em vê careke din destnîşan bikin. Êriş bi tenê ne bi çekan e, ji xwe YPG bersiva van dide. Ya herî zêde şerê psîkolojîk tê meşandin. Di vê mijarê de jî propaganda paşverû û reş tê kirin. Ji bo bêbandor hiştina hêza siyasî PYD û hêza lparastinê YPG'ê, hemû navgîn tên bikaranîn. Şikur, gelê Rojava rastî bi çavên xwe dîtin û hîn bêtir xwedî li PYD û YPG'ê derketin. Pêşeroj û şoreşa xwe li gel wan dîtin.