Li Rihayê Sofreya Edaletê hat danîn: Qêrîna Emîne Şenyaşarê bibihîzin

Li ser “Sofreya Edaletê” ya di çarçoveya Nobeta Edaletê ya zêdeyê salekê ye ji bo xizmên Şenyaşaran ên li Rihayê hatin qetilkirin tê girtin de, banga “Êdî qêrîna ji bo edaletê ya vê dayikê bibihîzin” hat kirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a du kur û hevjînê wê 14ê Hezîrana 2018an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji qetilamê bi birîndarî filitî ku li ber Dadgeha Rihayê dane destpêkirin zêdeyê salekê ye berdewam e.

Malbata Şenyaşar, bi wesîleya meha Remezanê, di roja 416’emîn ya nobetê de “Sofreya Edaletê” danî.

Şandeyek ji pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bû mêvanê Sofreya li cihê Nobeta Edaletê hat danîn.

Beriya fitarê li ser navê pêkhateyên platformê Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî (TUM-BEL-SEN) Mehmet Candar axavftinek kir.

Candar wiha axivî: “Emîne Şenyaşar 416 roj in bi rûmet li ber xwe dide. Her roj vê bêedaletiyê tîne ziman. Lê li Tirkiyeyê, ji sala 2015an bi vir de ji ber ku edalet nîne kes dengê wê nabihîze. Qetilama ku li malbatê hatiye kirin weke ku ne bes be, bi ser de jî zarokên wan bê sebeb girtî ne.”

Candar axavtina xwe wiha bi dawî kir: “Em wek Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, heta ku daxwazên malbatê bi cih bihên em ê bi wan re bin. Bila êdî qêrîna vê dayikê ya ji bo edaletê bihê bihîstin. Ên qetilam kirine bila bihên cezakirin. Emîne Şenyaşar bû sembola edaletê û ji bo her kesî edaletê dixwaze. Çi kesê edaletê dixwaze divê pê re be.”

Piştî axaftinê, bi banga mele re û bi hêvî û daxwaza edaletê û diayan fitara xwe vekirin.