Kurdan li bajarê Rennesa Franseyê bi boneya balê bikişînin ser grevên birçîbûnê ya girtiyên Kurd û protestokirina radestkirina siyasetmedarê Kurd Metîn Aydin bo Almanyayê meşek meşaleyî hate lidarxistin.
Meş roja 5’ê mijdarê di saetên danê êvarê de bi pêşengiya tevgera jinê pêk hat. Di meşê de gelek Kurdistanî û dostên wan amade bûn. Di meşê de radestkirina siyasetmedarê Kurd Metîn Aydin hate protestokirin û bal kişandin ser greva birçîbûnê. Kanal telîzyona France 3 jî nûçeyek bi dîmen der barê meşê de çêkir.
Kurdan li qada Republikê mitîngek li dar xistin û banga xwedîderketina li girtiyan kirin.