Li Rennesê 35 ciwanên Kurd hatin binçavkirin

Li Rennesê 35 ciwanên Kurd hatin binçavkirin

Hat ragihandin ku di çalakiya ciwanên Kurd de ku li bajarê Franse Rennesê bi boneya balê bikişîn in ser grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveneger ên di girtîgehan de hatine desptêkirin, 35 ciwanên Kurd hatin binçavkirin. Piştî lêpirsînê ciwanêN kurd serbest hatin berdan.

Li gorî agahiyan, ciwanên Kurd duh li bajarê Rennes çalakiyeke bê destûr li dar xistin. Ciwanan rêya navenda bajêr li çûnûhatinê girtin û avahiya kanala televîzyonê ya France 3 dagir kirin. ciwanên Kurd bê navber dirûşimên dilsoziya bi Ocalan re qêriyan. Di encama çalakiyê de 35 ciwan hatin binçavkirin.

Ciwanên Kurd piştî lêpirsînê serbest hatin berdan.