Li Parîs daxwaza ‘edalet û ronahiyê’

Li Parîs daxwaza ‘edalet û ronahiyê’

Di ser komkujiya Parîsê re 609 roj derbas bûn. Kurdên li Parîsê dijîn ji bo ronîkirina komkujiyê û aşkerakirina berpirsan çalakiya her hefteyê li dar dixin vê hefteyê jî pêk anîn. Di çalakiyê de carek din daxwaza ‘edalet û ronahiyê’ hat nûkirin.

Di ser qetikirina yek ji damezrînerên PKK’ê û ji pêşengên Tevgera Azadiya Jinê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîs Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez a li paytexta Fransa Parîsê re 609 roj derbas bûn. Kurdistaniyên ku heya komkujî tê zelalkirin her hefteyê çalakiyê li dar dixin vê hefteyê jî saet 14.30’an li ber Akademiya Civaka Demokratîk a Kurdistanê hatin gel hev.  Kurdistanî û jinên endamê Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên her hefteyê tevlî çalakiyê dibin ji ber Akadamiyê heya Buroya Enformasyona Kurd meşek li dar xistin.

Kurdistaniyan wêneyên sê jinên şoreşger ên hatin qetilkirin, nepoxên rengê jinê yên mor û pankarta bi Fransî ‘Em li vir li Parîsê hatin qetilkirin hûn dizanin’ vekirin û di tevahiya meşê de bênavber dirûşmayên “Em hemû Sakîne ne”, “Em hemû Fîdan in”, “Em hemû Leyla ne” û “Em hemû PKK ne” gotin.

Girseya ber bi Buroya Enformasyona Kurdistanê ya komkujî lê pêk hat meşiyan di rê de 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di dema çalakiya rûniştinê de gotin, “Bila Fransa me mijûl neke, kêliyek beriya kêliyekê komkujiyê ronî bike.”

Girseya hat ber Buroya Enformasyona Kurdistanê li vir deqeyek rêz girtin. Piştre di axaftinên hatin kirin de ev bang hat kirin: “Kurd dixwazin kêliyek beriya kêliyekê ev komkujî bê zelalkirin û hêzên li pişt komkujiyê bên aşkerakirin. Ji bo vê em dixwazin rayedarên Fransa di aliyê zelalkirina komkujî û aşkarakirina hêzên pişt komkujiyê de bi lez tevbigerin. Em ji agahiyên ketin çapemeniyê fêr bûn ku dadgerê dosyayê ji îstixbarata Fransa hin daxwaz kirine. Em dixwazin ew daxwazên mijara gotinê zû bên bicihanîn.”