Danişîna 7’emîn a Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên berê yên HDP'ê û endamên MYK'a wê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, bi dawî bû.
Siyasetmedarên ku der barê wan de doz hatiye vekirin û parêzerên wan ên tevlî rûniştîna doza Kobanê ya ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin, nebûn anîn ziman ku ji ber mafê wan yê darizandina adîl hatiye binpêkirin ew tevlî dozê nabin.
JI BO AHMET TURK DAXWAZA ZORÎ BÎNIN DADGEHÊ
Piştî navbera sê saet û nîvan dozger mafê axaftinê girt. Dozger der barê siyasetmedarên girtî de bi hinceta“li ser bûyerên şik ku sûcê şênber heye“ wê biryara kontrola edlî kêm bimîne, biryara berdewamiya girtinê da. Dozger der barê siyasetmedarên din yên tên darizandin de biryara kontrola edlî da û xwest doza bê de Ahmet Turk bi darêz zorê bînin dadgehê.
Parêzeran li dijî darizandinê nerazîbûn nîşandan, dozgeriyê diyar kir ku li ev li dijî ruhê doza sivîl e û got:“Eger parêzer û siyasetmedar dernekevin doza bê de, wê bê fêmkirin ku dev ji mafê xwe yê tevlîbûna rûniştê berdane û wê qonaxa delîl û lêkolînê were destpêkiri.“
Dadgehê dema darizandinê neguherand û dema rûniştina bê taloqî 20-21-23-24-27-28-30-31 'ê Kanûnê kir.