Kurdên li Norwecê jî ku sê roj bû li Osloyê di greva birçîbûnê da bûn,çalakiya xwe bi meşek girseyî dawî lê anîn.
Roja înê saet di 14.00an de, di navenda bajarê Oslo kurdan bi al, pankart, reng û dengê xwe heta ber Parlementoyê meşiyan. Di meşa ku piraniya rêxistin û partiyên Kurdistanî piştgîriya xwe dan û bi girseyî jî beşdar bûn, al, pankart û sloganên we ku ”Azadî bo Ocalan, Aşîtî bo Kurdistan, Azadî ji bo hemû girtiyên siyasî, na ji bo şer, Bijî Serok Apo” hatibûn rakirin û slogan bi yek deng dihatin qêrîn.
Di nava meşê da ciwan û jinan ji bo derdoran agahdar bikin, belavokên bi Norvecî jî belav kirin. Meşa kurdan a ji bo piştgîriya girtiyên siyasî ku ketine gireva birçîbûnêheta ber derê Parlamentoyê dewam kir û li vir ku çadir vedabûn mitingek pêk hat.
Miting bi rêzgirtin û marşa netewî Ey Reqîp dest pê kir. Di mîtîngê de li ser navê komîtwya amadekar a vê çalakiyê, ku gelek rêxistinan pêk dihat, daxuyaniyek bi zimanê Kurdî û Norvecî hatin pêşkêşkirin.
Li ser navê Meclîsa Gel a Osloyê jî Dilêr Akreyî ku 3 roj bûn di greva birçîbûnê de bû axaftinek kir û spasiya gel kir. Akreyî got:”Em kurd bi çalakiyên xwe yên demokratîk dixwazin hinek hişyariyan bidine yên ku behsa pîvanên mafên mirovan û demokrasiyê dikin. Hun îro pîvan û yasayên xwe yên qaşo demokratîk bi bêdengiya xwe bin pê dikin. Divê ew demokrasî û pîvanên ku pêk hatine, ji bo kurdan jî derbas bibin. Divê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî werin berdan”.
Dostê kurd û siyasetmedarê Norwecî Erling Folkvord ku herdem piştgîriya xwe daye doza kurdan, jî li ser navê Partiya Sor (RØDT) peyama xwe da û got; “Her dem dibêjin pirsgirêka kurd, lê belê kurd tu car nebûne pirsgirêk, lê dewleta tirk e bûye pirsgirêk”. Erling di peyma xwe de li ser bêdengiya hukumet û medyaya Norvecê rexne kir. Her wisa anî ziman ku serokê partiya wan Bjørnar Moxnes, nameyek ji Wezîrê Derve yê Norwecê re şand û xwest ku ji bo pêkhatina daxwazên Kurdan hewl dibe.
Erling di dawiya axaftina xwe da anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro rola herî sereke ye ji bo çareseriya demokratîk û weku Nelson Mandela di nava gelan da tê hezkirin.
Miting bi gelek peyamên nunerên siyasî yên weku YNK, Goran,Yekgirtina hizbên Rojhilatî ku gelek partiyan pêk tê û gelek peyamên din jî hatin pêşkêşkirin.
Di dawiya çalakiyê de ew kesên ku 3 roj bûn di gireva birçîbûnê de cîh digirtin derketin pêş û ji aliyê komîteya amadekar ve bi gulên sor hatin xelatkirin. Çalakî bi strana “Kî ne Em” ji aliyê stranbêj Huseyin Algunerhan ve û sloganên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.