Li bajarê Nantes yê Fransayê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk, çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî da destpêkirin.
Çalakvanên ku li qada Commerce ya qelebalix kon vedan, her wiha di çarçoveya kampanya îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hatiye destpêkirin standek hate danîn. Di çarçoveya çalakiyê de di nav de nûnertiyên partiyên siyasî û saziyên çapemeniya netewî jî heyî dosya têkildarî çalakiya birçîbûnê pêşkêşî 47 saziyan kirin.
Ji çalakvana Hozan Alî Gul daxuyanî da û balkişande ser çalakvanên çalakiya birçîbûnê ku rewşa wan gihaye sînorê mirinê, her wiha banga ji qêrîna ji zindanan bilind dibe bibin deng kir.