Piştgiriyên ji bo çalakiyên greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger yên li girtîgehên Tirk ji 12’ê îlonê Ve dest pêkirin her ku diçe zêde dibe. Li bajarê Montpellîer ya Fransayê li komeleya Mala Kurdan 31 kesên hatin cem hev bi armaca piştgiriyê bidin dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.
Çalakiya 1’ê mijdarê li Mala Kurdan hate destpêkirin roja înê di konê ku li Qada Comedîe ya navenda bajar hate vedan berdewam kir.
Çalakiya ku saet di 9.00’an de dest pê kir û heta 20.00’an de berdweam kir, der barê girevên birçûnê de ku êdî hatiye asteke krîtîk de agahdarî hate kirin.
Çalakgeran bang li hikûmeta tirk kir ku bersivê bidin daxwazên girtiyên di grevê de ne û di çarçoveya kampanyaya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Azadî jî îmze berhev kirin.
Her wiha çalakgeran der barê mijarê de dosyayên berfireh dan Partiya Sosyalîst, Partiya Komunîst a Fransayê, Şaredar û çapemeniyê.
Televîzyon û rojnameyên Franseyê eleqeyeke mezin nîşanê çalakiyê dan û ciwanên kurd çûn serdana kanalên televîzyonê ya France 3 û der barê grevên girtiyan de agahî da. Grev îro piştî nîvro bi mîtîngekê dê bi dawî be.