Li Mexmûrê biryara Danîmarkayê û ambargo hat şermezarkirin

Li Mexmûrê biryara Danîmarkayê û ambargo hat şermezarkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) bi meş û daxuyaniyekê zextên li ser çapemeniya azad, ambargoya ku, 8 meh in li ser wargehê, avakirina qereqol, bendav û êrîşên li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin. Ji dewleta Danîmarkayê hat xwestin ku tavilê biryara xwe ya der barê betalkirina lîsansa kanalên Kurdî de sererast bike û ji Hikûmeta Navendî ya Îraqê ji hat xwestin ku, ambargoya li ser wargehê tavilê bê rakirin.

Duh êvarî li Wargeha Penabara a Şehîd Rustem bi organîzasyona Meclîsa Gel a Demokratîk bi beşdariya bi hezaran niştecihên wargehê meşek hat lidarxistin û daxuyaniyek çapemenî hat dayîn. Meş li ber avahiya Şaredariya Wargehê saet 06.00’an ber bi Buroya Neteweyên Yekbûyî destpê kir. Di meşê de dirûşmayên “Tu kes nikare dengê me bêdeng bike”, “ Bijî Serok Apo” hatin gotin. Alên PKK’ê, KCK’ê û wêneyên Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan ku hatibûn hildan, dema girse gihişt ber Buroya  Neteweyên Yekbûyî ji bo cangoriyên Kurdistan deqîqeyekê rêz girtin.

Li wir li ser navê Meclîsa Gel Endama Meclîsa Demokratîk a Wargehê Mamoste Dîcle Mehmed Nûrî daxuyanî xwend. Daxuyanî ku balê dikişîne ser pêvajoya, ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hatiye destpêkirin wiha berdewam dike: “Ev pêvajo, pêvajoya bi rêbaza neteweya demokratîk di her çar parçeyan de qezenckirina statuya xwe ya siyasî ya Kurdan e. Pêvajoya bi hişê demokratîk û di nav yekîtiyê de pêşxistin û sazkirina nasnameyên xwe yên civakî ya Kurdan e.”

Di daxuyaniyê de ku biryara Danîmarka ya der barê betalkirina lîsansa ROJ TV, NÛÇE TV û MMC TV, biryar tê şermezarkirin û di vê der barê wiha tê gotin: “Di Pevajoyeke wisa girîng de dewleta Danîmarkayê der barê 3 televîzyonên Kurdan ROJ TV, NÛÇE TV û MMC TV de biryareke sosret girt û betalkirina lîsansa weşanê ya van TV’yan da. Em vê biryarê wek biryara dij demokrasî û pevajoya çareseriyê dibinîn û şermezar dikin. Daxwaz dikin ku dewleta Danîmarka tavilê vê biryara xwe sererast bike.”

AMBARGOYA LI SER WARGEHÊ DIDOME

Her wiha Meclîsa Gel a Demokratîk di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser rewşa ambargoya li ser wargehê jî û wiha dom dike, “Nêzîkî heşt mehan e em dibin ambargoya zat û qût a Hikûmeta Navendî ya Iraqê û hêzên din yên peywendîdar de ne. Wargeha me ya hewceyî alîkarî û destekê ye, zoriyan dikişîne. Her wisa welatparêzên me yên bi giranî nexweş in, bi mirinê re rû bi rû ne. Ji bo rakirina vê zextê û ambargoyê di serî de em bang li NY, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin ku pêdiviya berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin.”

Daxuyaniya Meclîsa Gel a Demokratîk bi sererêzan berdewam dike:

Ji bo qonaxên yekem û duwem yên “Pêvajoya Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad”  ku li ser banga Rêbertiya gelê Kurd hatî destpêkirin, Tevgera Azadiya Kurd fedakariyên ketî ser milê xwe pêk aniye. Tenê pevçûnek û mirinek ku ji gerîlayên Kurdistanê jêderbûyî, nehatiye jiyanbûn. Lê rexmî vê, dewleta Tirk li welatê me çêkirina qereqolan û rêkxistinkirina cerdevantiyê domandiye, herî dawî wek li Licê hatî dîtin, bi çekan êrîş kiriye gelê ku li dijî polîtîkayên şer yên dewletê helwestên xwe yên demokratîk danîne holê û di vê êrîşê de ciwanek yê Kurd jiyana xwe ji dest daye, di jimarek zêde de mirovên me jî birîndar bûne. Her wisa dewletê, ew polîsên kujerên hemwelatiyên ku di protestoyên Parka Gezîyê de hatibûn kuştin û leşkerên ketibûn nav bûyera tecawîza li Çewlikê, serbest berdan. Dîsa li Amedê êrîşî gelê Kurd kir. Herî dawî li Midyadê ji aliyen hêzên ewlekarî yen dewleta Tirk jinek Kurd hatî tecawizkirin û kuştin.

EM BANG DIKIN

Li vê derê em di serî de li DYE û YE’yê ku “Pêvajoya Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad” silav kirin û li tevayê hêzên peywendidar bang dikin ku, van polîtîkayên şerxwaz û êrîşkar yên dewleta Tirk û kiryarên wê yên dij-demokratîk bibînin, her wiha bang dikin ku, dest ji dîtina weke “terorîst” a têkoşîna gelê Kurd ya demokratîk û rewa ku, bi salane têkoşîna demokratîk dimeşînin, berdin.

ŞOREŞA ROJAVA

Sîstema demokratîk a Kurdên li Rojavayê Kurdistanê, destketiyeke ku di serî de li Kurdistanê, her wisa li tevayî herêma me xizmeta pêşveçûna demokrasiyê dike. Ji ber vê, banga me li tevayê komên Kurd ên ku, ji bo berjewendiyên demokratîk ên gelê me li vê beşê dixebitin ew e ku, yekîtiyên xwe yên demokratîk saz bikin û li dijî komên çete yên êrîşî gelê me dikin, hevbeş tevbigerin. Tevayê avanên siyasî yên li Kurdistanê, zêdetir jî di serî de PDK, em li bendê ne û daxwaz dikin ku, tevayî avanên siyasî yên li Kurdistanê, ji yekîtiya netewî re alîkarî û destekê pêşkêş bikin. Divê baş were zanîn kû gelek komên li Rojavayê Kurdistan’ê li jêr kontrol û çavdêriya sîxurên rejîma BAAS ya Sûriyeyê û ji bo berjewendiyên dijminên gelê Kurd dixebitin, hene. Bi vê boneyê em dîsa bang dikin; bi zanîna vê rastiyê re avanên siyasî yên Kurdistanî yên li Başûr xwe ji wan koman dûr bigrin û qut bikin.

Daxuyanî wiha bi dawî dibe:

“Yek ji cihên ku tê de herî zêde zextên li ser gelê Kurd heyî, pir zelal tê dîtin jî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem e. Di vê pêvajoya ku pêwîste derfetên vegerîna li xakên xwe ya me pêkbihata de, ji ber sedema polîtîkayên înkar, tinekirin û şer, ev armanca me pêknayê. Di pêvajoya aştî û çareseriyê de, herêma kû herî zêde qereqol lê hatîn çêkirin û cerdevan lê hatîn standin û wergirtin, herêma piraniya gelê wargehê an kû Şirnex’e. Li milê din jî nêzîk heşt mehane em dibin ambargoya zat û qût a Hikûmeta Navendî ya Îraqê û hêzên din yên peywendîdar de ne. Wargeha me ya hewceyê alîkarî û destekê ye, zoriyan dikêşîne. Her wisa welatparêzên me yên giran nexweş, bi mirinê re rû bi rû ne. Ji bo rakirina vê zextê û ambargoyê di serî de em bang li NY, Hikûmeta Navendî ya Îraq’ê û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin ku pêdiviya berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin. Girêdayê vê, diyar dikin ku weke gel, ji vir û şûnde jî bi rê û rêbazên cuda em ê ji bo mafên xwe, têkoşîna xwe pêş ve bibin.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmayên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin gotin û meş bi vî awayî bi dawî bû.