Li Mêrsînê xwendekarên zanîngehê meşiyan

Li Mêrsînê xwendekarên zanîngehê meşiyan

Xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê bi armanca piştevaniya bi çalakiya birçîbûnê li kampusa zanîngehê meşek li darxistin.

Bi sedan xwendekarên zanîngeha Mêrsînê ji bo balê bikişînin û piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê ji Fakulteya Fen Edebiyatê heya Zanînên Teknîkî meşiyan. Xwendekarên ku bi pankart û dowîzên “Berxwedana li zindanan rûmete me ye”, “Bijî Berxwedana zindanan”, “Em mirinê na çareseriyê dixwazin” hatin hilgirtin û bê navber bi sloganên “Bijî Serok Apo”, “Ji tecrîdê re na” û “Bedenên di helin rûmeta me ne” meşiyan.

Xwendekarên ku piştî meşê çalakiya rûniştinê li ser rêya sereke ya zanîngehê pêkanîn û qasî 20 deqîqeyan dom kir, çalakiya xwe bi daxuyaniya çapemeniyê ya li Qada Cûmhûriyetê bidawî kirin.

Li ser navê xwendekaran Kemal Dere daxuyanî da û da diyarkklirin ku, rayedarên dewletê li hemberî vê çalakiya birçîbûnê ya dîrokî bêdeng dimînin, pêwîste her kesê ku ji xwe re dibêje mirovim bibe hevparê qêrîna li zindanan. Dere got; “Niha li zindanan bi sedan mirovan bedena xwe dane ber mirinê. Pêwîste ev pirsgirêka ku bûye girêkor were çareser kirin. Ji ber vê çendê pêwîste rêyên diyalogê werin vekirin û pêngavên pratîk werin avêtin.”