Li Mêrsînê ji bo girtiyan mitîng

Li Mêrsînê ji bo girtiyan mitîng

Li navçeya Akdenîza Mêrsînê, bi boneya balkişandina ser çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ku 54 rojin didome, bi tevlîbûna hezaran kesan mîtîng hate lidarxistin. Di mîtînga BDP'ê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, diyar kir ku daxwazên çalakgeran grevê daxwazên wan in û wiha got: "Êdi ji bo em bi ser bikevin em dê li qadan bin. Ev berxedan berxwedana me ye. Birêz Abdullah Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Kurdî zimanê me yê zikmakî ye."

Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê bi boneya piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK'î ve hatibû destpêkirin û 54 rojin berdewam dike li ber avahiya BDP'ê ya Akdeniza Mêrsînê daxuyanî da çapemeniyê.

Di mîtîngê de polîsan derdora avahiya BDP'ê û qada mîtîngê dorpêç kir û xwestin çavê gel bitirsînin. Di mîtîngê de rêveberên ÎHD, KESK, Hevparên Platforma Demokrasiyê, Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Parlementerên BDP'ê Ertuðrul Kurkçu, endam û rêveberên BDP'ê û bi hezaran welatî amade bûn.

'KESÊN AŞTIYÊ NAXWAZIN DENGÊ OCALAN QÛT DIKIN'

Girseya ku tevlî mîtîngê bûn bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e û "Bijî berxwedana zindana" berz kirin. Girsê alên kesk sor û zer û ala rengîn vekirin. Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Mêrsînê pankarta mezin a "Gel ji bo Rêberê xwe têdikoşe." vekir. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, diyar kir ku kesên aştiyê naxwazn û şer dixwazin, dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qut dikin. Kurkçu, anî ziman ku ew dixwazin hemû ji bo azadî, aştî û biratiyê biqîrin.

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî anî ziman ku greva di roja 54'an de berdewam dike, hê heta niha hikûmetê tu gavên çareseriyê neavêtiye. Kişanak, ani ziman ku daxwaza azadiya Ocalan û zimanê zikmakî daxawza gelê kurd a azadiyê ye. Kişanak, xwest daxwazên gelê kurd ên fermî li ber çavan bigire û bi lezgîn daxwazên gel bibersivîne. Kişanak, da anîn ku tenê rêya çareseriyê muzakere ye."

'DIVÊ BI ZÛ BI BIRÊZ OCALAN RE MUZAKERE DEST PÊ BIKE'

Kişanak, da zanîn ku ji ber tecrîd li ser Ocalan tê meşandin her roj mirin û kuştin pêk tê û xwest ji bo dawî li mirin û kuştinan bê bi lezgîn tecrîd bi dawî bibe û bi Ocalan re diyalog û muzakere dest pê bike. Kişanak, bang li Erdogan kir û xwest bi lezgîn bi Ocalan re dest bi muzakereyan bike."

Kişanak, da zanîn ku kesên ziman qedexe bikin dê temenê wan qut be û xwest bi lezgîn qedexeyên ji ser ziman rake.

Kişanak, bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan ên îdamê û anî ziman ku ev daxuyaniyen faşîzane û xizmeta aştiyê nake.

Kişanak, Xwest bi lezgin kesên li Mêrsînê di operasyona KCK'ê de hatin binçavkirin serbest bên berdan.