Li Mêrsînê 21 polîs hatin binçavkirin
Li Mêrsînê 21 polîs hatin binçavkirin
Li Mêrsînê 21 polîs hatin binçavkirin
Piştî operasyona nelêrîtî û bertîlê ya 17’ê Kanûnê hikûmeta AKP’ê li teşkîlata polîsan li dijî polîsên girêdayî Cemaeta Fetullah Gulen operasyon da destpêkirin û yek din jî li vê zêde bû.
Vê carê li Mêrsînê bi ser malan de hat girtin. Polîs bi sûcdariya ku walî, polîs, siyasetmedar û karsaz jî têde bi hinceta guhdarkirinê tên sûcdarkirin.
Midûrê berê yê Midûriyeta Îstîxbarata Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê Alî Îhsan Kaya, Cîgirê Midûriyeta Polîsan Alî Çengelcî, komîserên di şaxa Îstîxbaratê de peywirdar Îlyas Avci, Yavuz Efe, û Hakan Işildak ê li Midûriyeta polîsan Antalyayê peywirdare hatin binçavkirin.
Li aliyên din Serokê Saziya Hewayî ya Tirk Osman Yildirim jî ji aliyê ekîbên Şaxa Midûriyeta Enqereyê ve li mala xwe ya Umîtkoy hat binçavkirin.