Li Mêrsîn û Edeneyê 5 kes hatin girtin
Li Mêrsîn û Edeneyê ji nav kesên hatibûn destgîrkirin, 5 kes hatin girtin.
Li Mêrsîn û Edeneyê ji nav kesên hatibûn destgîrkirin, 5 kes hatin girtin.
Li Mersînê, di destê sibehê de polisan bi ser malan de girtibûn û 2 kes destgîr kiribûn û ev kes birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.
Her wiha 4 kesên ku di 19'ê Gulanê de hatibûn destgîrkirin jî derxistin dadgehê û bi sûcdariya "Endamtiya rêxistinê" û "fînansekirina rêxistinê" hatin girtin û ew şandin girtîgehê.
EDENE
Rêveberê HDP'a Edenê Mehmet Mûstafa Bîlgîç ku di 12'ê Nîsanê de di çarçoveya "lêpirsîna Kobanê" ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve hatibû de destpêkirin de hatibû destgîrkirin û 24'ê Nîsanê de ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Enqerê ve bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, îro li ser îtîraza dozgerî careke din li Edeneyê hat destgîrkirin û dadgehê biryara girtina wî da.