Li Merdînê 3 kes hatin destgîrkirin
Li Mêrdînê danê sibehê di serdegirtina malan de 3 kes hatin destgîrkirin.
Li Mêrdînê danê sibehê di serdegirtina malan de 3 kes hatin destgîrkirin.
Li navçeyên Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê danê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de 3 kes bi hinceta parvekirinên medyaya civakî hatin destgîrkirin.
Li Nisêbînê Şukriye Goktûrk û Botan Sariboga û li Qoserê jî Serhat Senor hatin destgîrkirin.
Kesên hatine destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê.