Li Mêrdîn û Mersînê ji bo Meşa Gemlîkê banga tevlîbûnê hate kirin

Li Mêrdîn û Mersînê bi daxuyaniyan ji bo Meşa Gemlîk banga tevlîbûnê hate kirin, ku wê 12'ê Hezîranê li dijî tecrîda li Îmraliyê bê lidarxistin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye, agahî jê nayê girtin. Ji bo azadiya Ocalan di 12'ê Hezîranê de wê Meşa Gemlîkê bê lidarxistin. Bi vê wesîleyê li Mêrdînê daxuyaniyek hate dayin. Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Mêrdînê, endamên Tevgera Jinê ya Azad, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê, Komeleya Xizmên Xwe Winda kirine ya li Dergûşa Mezopotamyayê li ber avahiya HDP'ê ya bajêr daxuyaniyek dan.

Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Salîh Kûday got, "Demeke dirêj e agahî ji Birêz Ocalan nayê wergirtin. Em nizanin bê rewşa wî ya tenduristiyê çawa ye. Ji ber vê yekê em bang li Kurd, Tirk û hemû gelên herêmê dikin ku 12'ê Hezîranê tevlî vê meşê bibin. Ev meş meşeke rûmetê ye. Em di wê baweriyê de ne ku ev meş wê tecrîda li girtîgehan, êşkence û bêhiqûqiya li Îmraliyê ji holê rake."

Eylem Amak jî bi navê TJA'yê axivî û diyar kir ku wê ber bi Gemlîkê ve bimeşin û got, "Di serî de jin em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku tevlî Meşa Gemlîkê bibin."

Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Halîme Kaya bang li dayikan kir û got, "Werin di vê meşê de em bibin yek."

MERSÎN

Nûnerên rêxistinên HDP, HDK, DBP, TJA, TUAY DER'ê yên Mersînê li avahiya HDP'ê ya bajêr daxuyanî dan. Bi navê saziyan, Hevserokê HDP'ê yê Mersînê Hoşyar Sariyildiz daxuyanî xwend.

Sariyildiz destnîşan kir ku ji bo demokratîkbûna welêt û pêkhatina aştiyeke bi rûmet li Rojhilata Navîn divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Sariyildiz ji bo Meşa Gemlîkê banga tevlîbûnê kir.