Li Menemenê êrîşa li hemberî avahiya HDP'ê

Komek êrîşî avahiya HDP'ê ya navçeya Îzmîr Menemenê kir, alên partiyê jê kiri û xwest bişewitîne.

Komek êrîşî avahiya HDP'ê ya navçeya Îzmîr Menemenê kir, alên partiyê jê kiri û xwest bişewitîne.

Koma nîjadperest a nîvê şevê hat ber avahiyê, piştî ku alên partiyê ji cih kirin, avêtin erdê û hewl dan bişewitînin. Welatiyên bi vê bûeyrê hesiyan, nerazîbûn nîşan dan. Li ser vê yekê kom reviya.

Rêveberên HDP'ê yên hatin avahiyê, alên ji cihê wan hatin kom kirin û careke din daliqandin.