Li bajarê Marsîlyayê ya Fransayê komeke ciwanên kurd ku ji 15 kesan pêk dihat çûn Kanala Televîzyonê ya France 3 û der barê girevê birçîbûnê de piştevanî xwest.
Li gorî agahiyên hatine girtin saet li dora 10.30’an de ciwanên kurd çûne televîzyona France 3 û li vir alên PKK û KCK û posterên Ocalan vekirin.
Çalakgerekî bi telefonê agahî da ANF’ê û diyar kir ku got bi rayedaran de der barê grevê de û tecrîda li ser Ocalan axavîne û hestiyarî xwestine.
Çalakger diyar kir ku di 10’ê mijdarê de roja şemiyê saet di 17.00’an de meşeke mezin a meşaleyî pêk bînin û got ew dixwazin rayedarên televîzyonê bi hestiyarî nêzîk bibin.