Forûma Akademîk a Kurd dê li paytexta Îngilîstan Londonê konferansek bi sernavê “Guherîna Rojhilata Navîn û Kurd” li dar bixe. Dê Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm, Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Parlementerê Fraksiyona Kurdan a Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman û gelek siyasetmedar û akademîsyen tevlî konferansa ku dê 17-18’ê mijdarê bê lidarxistin bibin.
Forûma Akademîk a Kurdan (Kurdish Academic Forum) ya ji aliyê akademîsyenên Kurd ên li Înglistanê dijîn ve hatiye avakirin, dê li ser guhertinên li Rojhilata Navîn çêdibe û di van guhertinan de rola Kurdan konferasek bi navê “Guherîna Rojhilata Navîn û Kurd” roja 17-18’ê mijdarê li Zanîngeha Oraytal û Xebatên Efrîkayê ya li Londonê li dar bixin.
Di konferansê de dê mijarên weke lêgerîna Kurdan a ji bo statuyê û pêşniyara sîstema xweseriya dmeokratîk a alternîf ya tevgera Kurdan, krîza li sîstema Rojhilata Navîn, hêzên aşitiyê, çareseriya pevçûnan û demokratîkbûn bên gotûbêjkirin.
Axaftina vekirinê dê ji aliyê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ve bê kirin. Her wiha tevî Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Parlementerê BDP’ê yê Ertugrul Kurkçu, Parlementerê Fraksiyona Kurdan a Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman, Prof. Mîthat Sancar, Prof. Ronald Mounch, Prof. Johan Galtung, Brian Currin, Hadi Sofîzade, dê gelek siaysetmedar û akademîsyen beşdar bibin.
Kesên ku tevlî konferansê bibin, divê xwe tomar bikin. Tomarkirina ji bo bernameyê li ser navnîşana www.kurdishacademicforum.com tê kirin.