Li Lînzê greva birçîbûnê

Li Lînzê greva birçîbûnê

Li bajarê Awusturya Lînzê 14 Kurdan bi boneya piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya ku di girtîgehên Tirk ên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de hatine destpêkirin, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Greva birçîbûnê roja çarşemê dest pê kir û rêberên Komeleya Çandê ya Kurdan a Lînzê jî beşder bûn. Çalakî dê heta roja înê bi mitîng û daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bibe.

Çalakî di atolyeya bi navê Atolyeya Aşitiyê de tê lidarxistin û di daxuyaniya hate dayin de banga piştgiriya ji bo çalakgerên greva birçîbûnê hate kirin û hat xwestin ku her kesê ku tişta dikeve ser milê xwe pêk bînin.

Li aliyeke din jî li paytext Viyanayê dê îro greva birçîbûnê ya bi heman armancê ji bo 3 rojan dê bê lidarxistin. Çalakî dê li ber dêra Stephansdomê ya li navenda bajêr pêk bê û dê heta 3’yê mijdarê bidome.