Li bajarê Lefkoşa yê Qibrisê ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk, komekê televîzyona dewletê dagir kir.
Li bajarê Lefkoşayê meşa ku ber bi avahiya Serokwezîrtiya Dewletê ve didome, komek ya Kurdan ku hêjmara wan qasî 40 kesî televîzyona dewletê dagirkirin. Koma ku di destê wan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê heyî di avahiya ku dagirkirin de sloganên “Girtî rûmeta me ne” qêriyan.
Çalakiya koma ku televîzyona dewletê dagirkirin didome, hate ragihandin ku komekî zêdetirî 300 kesan li ber Wezareta Karê Derve di çalakiyê de ne. Heyetekî ji girseya li ber Wezareta kombûyîn ketin hudirê avahiyê û bi rayedaran re dest bi hevdîtinan kirin, tê xwestin ku ji bo daxwazên girtiyan bên pêşwazî kirin, di asta YE’ê de hewildan bêne kirin.
Li Lefkoşayê di demjimêrên nîvro de bi sedan kes hem ji bo protesto kirina mudaxeleya hişk ya duh dema çalakiya dagirkirina deriyê Sînor Lokmaci yê Qibrisê qut dike pêkanîn û bêdengiya li hemberî çalakiya birçîbûnê ber bi avahiya serokwezîrtiya dewletê ve meşiyan. Di meşa ku Qibrisiyan jî piştgirî dayê, sloganên “Bijî berxwedana zindana”, “Azadiya Kurdistanê Azadiya Qibrisê ye” qêriyan.
Li ser navê girseya demek dirêj li ber avaniya Serokwezîrtiya Dewletê slogan di avêtin heyetekê bi Cîgirê Serok Dewlet Titof Kristofidi re hevdîtinek pêkanî. Piştî hevdîtinê Cîgirê Serok Dewlet Kristofidi ji girseyê re axaftinek kir. Kristofidi da diyarkirin ku, ew ji nêz ve çalakiya birçîbûnê dişopînin û da diyarkirin ku, daxwazên çalakvanên birçîbûnê daxwazên demokratîkin û piştgirî da. Kristofidi aşkera kir ku, ew dê daxwazên girseyê ji rayedaran re pêşkêş bike, di demek nêz de derbarê mijarê raporekê biweşînin.