Li paytexta Qibris Lefkoşayê li ber nûneriya Konseya Ewropayê (KE) kurd hatin cem hev û çalakiya runiştinê pêk anîn.
Li gorî saeta herêmî, derdora 12.00’an 150 kurd li ber nûnertiya Konseya Ewropayê hatin cem hev û çalakiya runiştinê dan destpêkirin. G
irseyê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan” qêriyan. Girseyê xwest ku daxwazên girtiyên ku ji 12’Ê îlonê de dest bi grevê kirine bên qebûlkirin.
Piştî demeke kin nûnerekê KE’yê ji bo daxwazên çalakgeran guhdarî bike hevdîtin pêk anîn. Li ser navê çalakgeran Suleyman Temel axivî û daxwazên xwe di bin sê sernavan de anîn ziman. Çalakgeran xwestin daxwazên girtiyên yên ku ev 50 rojên bên qebûlkirin û xwestin tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, astengiya li pêş zimanê kurdî bê rakirin.
Charilaos Bouzouras ku çalakger guhdarî kir diyar kir ku dê daxwazên wan ragigînin rayedarên YE’yê û got ev tiştên tên xwestin gelek xwezayî û mirovahî ye. çalakiya Lefkoşayê didome.