Li Lefkoşayê bi sedan kes dimeşin serokwezîrtiyê

Li Lefkoşayê bi sedan kes dimeşin serokwezîrtiyê

Kurdên duh bi armanca piştevaniya bi çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk, deriyê Sînor yê Lokmaci yê Qibrisê qut dike dagirkirin û rastî mudaxeleya hişk hatibûn, bi sedan Kurd û Qibrisiyan mudaxeleya tund protesto kir û ber bi avahiya serokwezîrtiyê ve ketin meşê. Di meşê de sloganên “Azadiya Kurdistanê Azadiya Qibrisê ye” tên avêtin.

Duh li Qibrisê nêzî 50 Kurdistaniyan ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên Kurd dane destpêkirin, Deriyê Sînor yê Lokmaci ku di bin kontrola NY her wiha giravê qut dike, dagirkiribûn rastî mudaxeleyekî hişk hatibûn. Ev mudaxele rastî bertekekî hişk hat.

Bi sedan Kurd û Qibrisî hem ji bo mudaxeleyê protesto bikin û hem jî piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê ber bi serokwezîrtiyê ve ketin meşê. Di meşa ku qasî nîv demjimêr beriya vê destpêkir de sloganên “Bijî berxwedana zindanan”, “Ji Ocalan re Azadî”, “Azadiya Kurdistanê Azadiya Qibrisê ye” hatin qêrin.

Meşa ku bi sedan polîs ewlekariyê digirin, her kêliyê tevlîbûn zêde dibe, çav lê ye ku li ber avahiya serokwezîrtiyê bi hezaran kes kom bibin.

Duh li Qibrisê nêzî 50 Kurdistaniyan ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk deriyê Sînor yê Lokmaci ku giravê qut dike dagirkiribûn. Di dema dagirkirinê de komek ya Tirk çalakvanên Kurd dabûn ber keviran, leşkerên NY jî mudaxeleyekî hişk kiribû. Di çalakiya ku birîndar û binçavî çênebûn, Qibrisiyan bertek nîşanî mudaxeleya hişk da.