Li Konyayê 7, li Meletiyê jî kesek hate destgîrkirin

Li Konyayê di operasyonên qirkirina siyasî yên dijî gundên Kurdan de Hevserokê HDP'ê yê navçeya Kûlûyê Suleyman Înan jî di nav de 7 kes, li Meletiyê jî rêveberê EMEP'ê yê bajêr Nejdet Balî hatin destgîrkirin.

Li navçeyên Kûlû û Cîhanbeylî yên Konyayê di operasyonên qirkirina siyasî de 7 kes hatin destgîrkirin.

Jendermeyên Tirk doh avêtin ser gundên herdu navçeyan û Hevserokê berê yê HDP'ê yê Navçeya Kûlû Suleyman Înan û Îsmet Uçler, Osman Ekîcî, Erdal Taşkiran, Mûstafa Yilmaz, Hasan Oyûcû, Ekrm Sogu destgîr kirin.

Li Meletiyê jî serokê Partiya Kedê (EMEP) ê berê û rêveberê niha yê bajêr Nejdet Balî hate destgîrkirin.