Li navend û navçeyên Kocaeliyê yekîneyên polîsên AKP’ê li gelek taxan di ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin.
Li navçeyên Darica, Dilovası û Gebze yên Kocaelî yekîneyên polîsên AKP’ê di bin navê operasyona "KCK'ê de di ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de bi îdîaya "Endamên KCK'ê ne" gelek kes binçavkirin.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Darica Hikmet Koçak Dogan Baran Koçak jî hate binçavkirin. Polîsan di serdegirtina mala Koçak de 7 pirtûk, 42 CD, 3 ajanda tabloyek desteser kir. Polîsan ciwanê bi navê Hasan Koçuk û Burhan Altuger jî binçav kirin.
Li navçeya Dîlovasi ji 3 kes hatin binçavkirin. Polîsan li navçeya Gebze jî di ser gelek malan degirt. Hate zanîn ku, gelek kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Kocaeliyê.
Rêveberên BDP'ê diyar kirin ku, dê hefteyên pêş me li navçeyên Gebze, Dilovası û Darica kongreyên BDP'ê pêk bihatana û ji ber vê yekê operasyon hatiye lidarxistin. Rêveberên BDP'ê diyar kirin ku, dê li ber Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.