Li Kobanê çalakiyên YPG/YPJ'ê û pevçûn dewam dikin

Li Kobanê çalakiyên YPG/YPJ'ê û pevçûn dewam dikin

Hêzên YPG’ê duh bi şev li Kobanê li aliyekê bersiv da êrîşên çeteyan, li aliyê din li dijî çeteyan çalakî lidar xistin û gelek çete hatin kuştin. Her wiha wesayîteke çeteyan a bombebarkirî di nava wan de hate rûxandin. 

Li gorî agahiyên ji herêmên şer hatin bidestxistin, şervanên YPG’ê duh piştî nîvro li Kaniya Kurdan a li rojhilatê Kobanê li dijî çeteyan çalakî lidar xistin. Di encama çalakiya ku heta nîvê şevê dom kir de, 16 çete hatin kuştin.

Li heman herêmê şevê din çeteyan hewl da ku bi wesayîteke bombebarkirî êrîş bikin û şervanên YPG'ê piştî derb li wesayîtê dan, ew rawestandin.

Li kolana Şaredariyê û Qada Azadiyê yên rojhilatê Kobanê jî şervanên YPG’ê li dijî çeteyan çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyan de gelek çete hatin kuştin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li eniya başûr çeteyan hewl da ku bi wesayîteke bombebarkirî êrîş bikin, lê şervanên YPG’ê wesayît di nava çeteyan de teqandin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li rojavayê bajar jî li derdora gundê Til Şeîr pevçûnên giran qewimîn. Hate ragihandin ku hinek cenazeyên çeteyan ketine destê YPG’ê û gelek cebilxane hatiye desteserkirin.

Pevçûn li hersê eniyan didomin.