Li Kielê komkujiya Sêwasê hate şermezarkirin
Li Kielê komkujiya Sêwasê hate şermezarkirin
Li Kielê komkujiya Sêwasê hate şermezarkirin
Li bajarê Kiel ê Almanyayê nûnerên civaka Elewî û demokrat li hev kombûn û komkujiya beriya niha 20 sal li Sêwasê li dijî rewşenbîrên Elewî pêkhat şermezar kirin.
Li bajarê Kiel ê Almanyayê ji aliyê Komeleya Elewiyan, Komeleya Dost a Kurd-Alman û komeleya Elewiyan DÎDÎF ve merasimek ya bîranînê hate li darxistin. Di merasima bîranînê de Lezgîn Varto axaftinek kir û destnîşan kir ku, hêjan kujerên komkujiya Sêwasê nehatine dîtin û anî ziman ku, ên Sêwas şewitandin û gundiyên Kurd ên Roboskiyê kuştin heman zîhniyete.
Li ser navê DÎDÎF’ê jî Savaş Sari komkujî şermezar kir û diyarkir ku, pêwîste hem sazî û dezgehên şoreşgerên demokrat ên li Ewropa û hem jî li Tirkiyeyê hevpar tevbigerin.
Di merasima bîranînê de Eyşê Fehîmlî du helbestên ku ji bo Madimakê nivîsî xwend, Davût Kurun jî nêzîkatiyên ji Komara dewleta Tirk heya hikumeta AKP’ê yên li hemberî Elewiyan nirxand.
Merasima ku gelek kes tevlîbûn di demjimêrên şevê de bidawî bû.