Li Kampusa Zanîngeha Mêrsînê çalakiya birçîbûnê

Li Kampusa Zanîngeha Mêrsînê çalakiya birçîbûnê

Xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya kete roja 57’an de, ketin gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger. Heya niha 40 xwendekar tevlî çalakiya birçîbûnê bûn.

Çalakiya birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê hate destpêkirin û ji aliyê 10 hezar girtiyên siyasî yên Kurd ve tê berdewam kirin di roja 57’an de didome, xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê piştgirî danê.,

Xwendekaran li Kampusa Çîftlîkoyê dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Heya niha 40 xwendekar ketine çalakiya birçîbûnê, xwendekar armanc dikin ku bi çalakiya rojekê ya dorveger derbarê çalakiya birçîbûnê de hîstiyariyê ava bikin.

Di derbarê çalakiya kete roja 4’mîn de Demsal Bûlût axivî û got; “Gireva em dikin sembolîke. Armanca me avakirina hîstiyariyê ye. Armanca ewe ku em daxwazên çalakgerên birçîbûnê yên ku di roja 57’mîn de bînin ziman. Di destpêkê de ji xwendekar û peywirdarên hîndekariyê piştgiriyê û ji gel jî hîstiyariyê dixwazîn.”

Xwendekara binavê Fatma Seçkîn jî destnîşan kir ku, ew dê li hemberî bedenên di helin bêdeng nemînin.

Xwendekarek din yê di gireva birçîbûnê de Baran Korkmaz diyarkir ku, daxwazên çalakvanên di çalakiyê de daxwazên wanin. Korkmaz aşkera kir ku, ew jî dixwazin bi zimanê dayîka xwe perwerdeyê bibînin, heta ku daxwazên girtiyan neyên pêşwazî kirin dê çalakiya me ya birçîbûnê ya dorveger berdewam bike.