Li Îzmîrê polîsan êrîşî konê piştgiriyê kir: 22 binçavî

Li Îzmîrê polîsan êrîşî konê piştgiriyê kir: 22 binçavî

Polîsan êrîş konê piştgiriyê yê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dane destpêkirin ku ji aliyê Rêxistina BDP’ê ya navçeya Karabaglarê ve hatibû danîn, kir. Di êrîşê de di nav de Serokê BDP’a Karabaglarê Şerafettîn Yetîm jî heyî 22 kes hatin binçavkirin.

Duh ji aliyê Rêxistina BDP’ê ya Navçeya Karabaglarê ji bo piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin, li semta Kahveler konê çalakiya birçîbûnê hatibû vedan. Polîsên sivîl yên hatin cihê kon lê vedane û gef li BDP’iyan xwarin ku konê rakin. Di demjimêrên direng de piştî ku girse kêmbû, bi wesayîtên TOMA û bi sedan polîsên çevîk derdora konê dorpêç kirin. Polîsan piştre bi mudaxeleyekî hişk êrîşî çalakgerên di çalakiya birçîbûnê de kirin. Polîsên ku çalakger binçavkirin, weke din jî dest danîn ser malzemeyên di konê de jî. Binçavkirî birin Midûrtiya Şaxa Tekoşîna li Dijî Terorê ya li semta Bozkaya yê.

Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne; Serokê BDP’a Navçeya Karabaglarê Şerafettîn Yetîm û hevjîna wî Fatma Yetîm, Berdevaka Meclîsa Jinan ya BDP’a Îzmîrê Ayşe Ayaş, Mehmet Onder, Mehmet Yalçinkaya, Ramazan Okçu, Îbrahîm Akin, Hasan Dogan, Îdrîs Daş, Ercan Çelîk, Uzeyîr Ayarci, Gulseven Turgal, Mehmet Ozan, Mahmut Aslan, Mustafa Ceylan, Bişar Akin, Hanîfe Budak, Mahîr Çakir, Veysî Daş, Jale Aydin, Ferda Aktan û Dîlan Onen.