Rêxistina BDP'ê ya Karabaglarê ya Îzmîrê bi armanca balê bikşînin ser çalakiya birçîbûnê ya girtîgehan konê greva birçîbûnê vedabû. Polîsan êrîşî konê kir û 22 kes binçavkiribûn. 22 kesê hatin binçavkirin sewqî Edliyeya Bayrakliyê hatin kirin.
Rêxistina BDP'ê ya Karabaglarê ya Îzmîrê bi armanca balê bikşînin ser çalakiya birçîbûnê ya girtîgehan di 12'ê îlonê de hate destpêkirin, li Semta Kahvelerê di roja Duşemiyê de konê greva birçîbûnê vedabû. Polîsan êrîşî konê kiribû û 22 kes binçavkiribûn. 22 kesên hatin binçavkirin piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Bayrakliyê hatin kirin.