Li Îranê di nava 5 rojan de 45 kes hatin bidarvekirin
Li Îranê di nava 5 rojan de 45 kes hatin bidarvekirin
Li Îranê di nava 5 rojan de 45 kes hatin bidarvekirin
Rejîma Komara Îslamî ya Îranê îro 7 kesên din bi fermana Dadgeha Îranê bi dar ve kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, ev 7 kes berî çend salan li bajarê Lahîcan jinekê direvînin û tecawiz dikin. Ew kes paşê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn girtin.
Piştî ku dadgehê biryara bidarvekirina wan da, îro ceza ji aliyê Diwana Bilind a Îranê ve pêk hat û ew her 7 kes bê ku navên wan bên diyarkirin hatin bidarvekirin.
Hêjayî gotinê ye ku Rejîma Komara Îslamî ya Îranê di çarçoveya berdewamkirina siyaseta bidarvekirinê de di nav 5 rojên derbasbûyî de 45 kes bi dar ve kir.