Li herêma Çukurovayê jiyan rawestiya

Li herêma Çukurovayê jiyan rawestiya

Li ser banga BDP'ê û KCD'ê ya "Em dê jiyanê rawestînin" ku ji bo piştgiriyê bidin girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ya çalakiya birçîbûnê li bajarên herêma Çukurovayê welatî neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin.

Li ser banga BDP'ê û KCD'ê li Edene, Ceyhan, Dortyol, Tarsus û Îskenderunê welati neçûn ser kar û jiyan rawestandin. Li ser banga BDP'ê û KCD'ê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ku 49 rojin ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratîk welati neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin.

Xwendekar neçûn dibistanan û ji bilî firin û dermanfiroşan her der girtî ye. Xwendekarên dibistan boykot kirin meş pêk anîn. Li gelek bajar û navçeyan polîsan li nava kolan û taxan bi maşîneya zirxî tûra davêjin. Li hin bajar û navceyên ku dê meşên girseyî pêk bên jî girse li ber avahiyên BDP'ê kom dibin û amadekariya meşê dikin.

Li taxen Kurd lê dijîn welatî neçûn ser kar û jiyan rawestandin. Li ber avahiyên BDP'ê kom bûn û li hin cîhan dest bi çalakiya meşê kirin. Dê li hin cihan meş û li hin cihan li ber girtîgehan bi girseyî daxuyanî bê dayîn.