‘Li hember her dibistana bê girtin, wê malên Kurdan bibe dibistan’
‘Li hember her dibistana bê girtin, wê malên Kurdan bibe dibistan’
‘Li hember her dibistana bê girtin, wê malên Kurdan bibe dibistan’
Gel bi meşekê morkirina Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a li Geverê bi meşekê şermezar kir. Di daxuyaniyan de hat gotin ku li hember her dibistana ku dewlet bigire wê Kurd malên xwe bikin dibistan.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî qedexeyên li hember perwerdeya Kurdî ku ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî sê dibistanên hatin vekirin ji aliyê dewletê ve hatin morkirin, yek ji van dibistanan jî ku Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a li Geverê bû, bi hezaran Geveriyan girtina dibistanê şermezar kirin.
Bi hezaran kesên ku di nava wan de Hevserokê Mecîisa Civaka Demokratîk a Geverê Vahît Şahînoglu, hevserokên şaredariyên Gever, Bajêrgeh, rêveberên KURDÎ-DER, MEYADER, Egîtîm Sen, KESK, DÎSK ku li avahiya DBP’ê hatin gel hev, li ber Otela Oslo bi pankarta “Ciwan hêzên parastina ziman in” dest bi meşê kirin. Piştî girseyê dest bi meşê kir polîsan bi dehan wesayîtên zirxî bi armanca astengkirina meşê li ber Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê bend danîn, girseyê jî berê xwe da Taxa Kila û heya Dibistana Seretayî ya Gazî meşiyan.
Ji rêveberên KURDÎ-DER Aydin Koç ê di baxçeyê dibistanê de axivî, got: “Çi dibe bila bibe em ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê amade ne. Gelê Kurd ê îro û îro şûnde wê li hemberî ti zîhniyeteke zextkar serê xwe netewîne. Me gotibû ku ji bo zimanê dayikê alternatîfên me hene. Li hemberî vê dewletê giranî da ser çêkirina qereqol û qeleqolan û zimanê dayikê yê vî gelî ji nedîtî ve hat. Em li vir bang li hikûmeta AKP’ê dikin. Destê xwe ji zimanê me yê dayikê bikişînin. Wê li ser vî zimanî ti bazaryek nebe mijara gotinê. Daxwaza gelê me esas e. Li hemberî her dibistaneke ku îro hat girtin wê Kurd malên xwe bikin dibistan.”
Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Geverê Vahît Şahînoglu êrîşa li hemberî Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş weke provokasyon bi nav kir.
Şahînoglu diyar kir ku divê kêliyek beriya kêliyekî dewlet di pêvajoya çareseriyê de xwe zalal bike û banga ku her kes ji vir şûnde zimanê xwe yê dayikê li mal, kolan, bazar û di her qada jiyanê bi kar bîne û perwerdeya bi zimanê dayikê bingeh bigire kir.
Piştî axaftinên hatin kirin protesto bi dawî bû.