Li Helsinkî û Marsîlayê protesto, li Cenvereyê greva birçîbûnê

Li Helsinkî û Marsîlayê protesto, li Cenvereyê greva birçîbûnê

Kurdên li paytexta Fînlandiya Helsinkî û bajarê Franse Marsîlyayê dijîn ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê çalakî li dar xistin. Kurdên li Cenevreyê jî bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya 4 rojî kirin.

Komek nêzî 50 kesan saet di 15.00 de li cadeya Maanerheim a Helsinkîyê li hev civiyan û rê li trafîkê girtin. Çalakiya rêgirtinê bi qasî 20 deqeyan berdewam kir. Gelek polîsên hatin cihê bûyerê mudaxelekirin û du kes hatin binçavkirin û paşê serbest hatin berdan.

Kurdan di alên PKK û PJAK û posterên Ocalan hilgirtin û pankarta li ser “Biborînin, me nedixwest cadeyê dagirbikin, lê mirovên me bi mirinê re rû bi rû ne, bila êdî Ewropa bibihîse”vekirin. Çalakî nîvsaet berdewam kir.

Ciwanên Kurd li bajarê Franse Marsîlyayê jî li Qada Vieux Portê çalakiyek rûniştinê li dar xistin. Ciwanan xwe zincîr kirin û bal kişandin ser greva birçîbûnê.

LI CENEWREYÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Kurdên li bajarê Swîsre Cenewreyê dijî jî 2’yê mijdarê li ber NY’yê dest bi greva birçîbûnê ya 4 rojan kirin. Çalakiya Kurdan ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd ve tê organîzekirin, li gel hewaya sar saet di 09.00 û 17.00 li ber avahiya NY’yê û êvaran jî li Komeleya Gelê Kurd a li Cenewreyê didomînin. Her wiha ji bo azadiya Ocalan jî îmze tên berhevkirin.