Di encama êrîşa topbaranî ya artêşa rejîma Sûriyeyê de 3 welatiyên Kurd li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku roja 3’yê mijdarê, di saetên danê êvarê de artêşa rejîma Sûriyeyê taxên Kurdan ên li Helebê Eşrefiye û Şêx Meqsûd topbaran kirin û di encamê de 3 welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Hate diyarkirin ku li taxan ziyanek mezin a madî jî çêbû.