Li Hannoverê greva birçîbûnê hat destpêkirin

Li Hannoverê greva birçîbûnê hat destpêkirin

Li bajarê Almanya Hannoverê Kurdan bi daxuyaniyeke çapemeniyê bal kişandin ser greva birçîbûnê û ji bo sê rojan dest bi greva birçîbûnê kir. Greva birçîbûnê di konê ku li navenda bajêr hate vedan de dest pê kir.

Ji rêveberên Yekitiya Komeleyên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM) Yilmaz Kaba daxuyaniyek da û bal kişand ser grevên birçîbûnê û got; “Daxwazên wan daxwazên me ne” û bang xurtkirina piştigirya ji bo grevên birçîbûnê kir.

Di konê greva birçîbûnê de pirtûkên Ocalan, belavokên li ser tecrîda li ser Ocalan û grevên birçîbûnê yên bi almanî hene.

Kurdistaniyên li Hannoverê û çepgirên Tirkiyeyî tên serdana kon û piştgirî didin çalakiyê.