Li Hamburgê grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger

Li Hamburgê grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger

Kurdên li bajarê Hamburg a Almanyayê dijîn bi armanca bal bikişînin ser greva birçîbûnê ya 10 hezar girtî ketinê, rêze çalakiyan pêk tînin.

Li Dêra Evangelisch St Georg a bajar greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger û çalakiya runiştinê hat destpêkirin.

Nêzî 60 kurdan di saetên êvarê de li dêrê dest bi grevê kirin. Kurdan bi sermetranê Dêrê Gonnardt Marwege hevdîtin pêk anîn û derbarê çalakiya girtiyên kurd de jî dosyayek pêşkêş kirin. Marwege, jî da zanîn ku ew ji ji grevan agahdar in û got daxwazên girtiyên siyasî daxwazên mirovahî ne.

Nûnerê mafê mirovan ya Dêra Evangelîsch ya Bakûrê Almanyayê Fammy Dethnoş piştî ku çalakiyeke bi vî rengî qebûl kir ku li dêrê pêk were nêrînên xwe vegot û diyar kir ku daxwazên girtiyan gelek di cih de ne û da zanîn ku dêra wan jî dikare ji çalakiyeke wisa re malovaniyê bike. Her wiha ragihand ku ew zextên Tirkiyeyê yên li ser gelê kurd dişopînin û diyar kir ku ew wekê dêrê dê piştgiriya xwe bi çalakvanan bidomînin.

Grev 3 rojan carê dê bi dor ji aliyên komên nû ve bê domandin. Her wiha ji sibê şûnde jî her roj dê li taxa Altona ya Hamburgê saet di 17.20’an de stand bê vekirin.