Li Goteburgê konferansa 'Pirsgirêka Kurd' pêk hat

Li Goteburgê konferansa 'Pirsgirêka Kurd' pêk hat

Li bajarê Swêdê Goteborgê, doh li ser pirsgirêka kurd li Tirkiyê konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, Tirk, Swêdî û Norwecî amade bûn û mijara sereke jî pêşniyarên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bûn.

KOnferans 2’yê mijdarê li Zanîngeha Goteburgê dest pê kir. Parlementera BDPê Emîne Ayna ku di konferansê de axivî, ji ber pirsgirêka kurd bi awayekî hêsan, tenê wekî pirsgirêkek mafê mirov dibînin rexne kir.

Di konferansê de ku ji aliyê Tevna Lêgerîna Alternatîf - Network for an Alternative Quest ve hatî lidarxistin, parlementera BDPê ya Amedê Emîne Ayna, ji Stenbolê Prof. Dr. Ahmet Alîş, rojnamevan Koray Duzgoren, ji Swêdê berdevkê têkiliyên derve yê Partiya Çep Hans Linde, ji partiya Keskan Valter Mutt, nivîskar Mustafa Can û ji Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî Reimer Heider axivîn.

Konferansa ku li zanîngeha Goteborgê hat lidarxistin, moderatoriya ji Zanîngeha Bergen a Norwêcê Prof. Dr. Kariane Westerheim kir û profesorê Îtalî Antonio Negrî jî bi peyameke bi dîmen pêşniyazên pêşkêş kirin.

Parlementera BDPê Emîne Ayna di axaftina xwe de tevgera azadiya gelê kurd bi tevgerên azadîxwaz ên cîhanê re berhev kir û anî ziman ku kurd daxwaza mafên xwe yên rewa dikin. Ayna ku nêzîkahiya welatên rojavayî ku pirsgirêka kurd tenê di çarçoveya mafê mirov de dibînin jî rexne kir.

Ji însîyatêfa ji Ocalan re azadî Reimar Heider ku piştre axivî, Ocalan wekî Mandelayê kurdan bi nav kir û li ser felsefe û nêzîkahiya tevgera kurd a çareserkirina pirsgirêkên civakê rawestiya. Heider her weha pêvajoya hevdîtinên Osloyê yên di navbera aliyê kurd û tirk de jî destnîşan kir û got, herkes dizane ku Ocalan aktorê sereke yê çareseriyê ye.

Ji Partiya Çepgir a Swêdê Hans Linde jî ku di hilbijartina dawî de li Licê bû, di axaftina xwe de behsa çavdêriyên xwe kir û siyaseta Swêd û Ewropayê di derbarê pirsa kurd de rexne kir.

Prof. Dr. Ahmed Alîş jî ku behsa aliyê dîrokî û erdnîgarî ya pirsgirêka kurd kir, her weha bal kişand ser girtina partiyên siyasî li Tirkiyeyê û rewşa salên 90î. Alîş rewşa îro ya Tirkiyeyê jî bi gotina "Tirkiye girtîgeheke mezin e" rave kir.

Rojnamevan Koray Duzgoren jî anî ziman ku ji avabûna komara tirk ve, çapemenî û ragihandin her car di destê desthilatan de ye û bal kişand ser zextên li ser rojnamevanan. Duzgoren êrişên welatên Ewropayê yên li ser Nûçe TV û Roj TV jî wekî neheqiyek mezin ku cesaretê dide Tirkiye bi nav kir.

Parlementerê Partiya Keskan Valter Mutt jî anî ziman ku divê li hember êriş û zextên rejîma tirk, hevkariya şaredarî û rêveberiyên herêmî ên Ewropa bi BDPê re were xurtkirin.