Li girtîgehên Kiriklar û Tekîrdagê binpêkirina mafan

Li girtîgehên Kiriklar û Tekîrdagê binpêkirina mafan

Girtiyê bi navê Aydin Akyuz ku di girtîgeha Tîpa F ya Kiriklarê de dimîne diyar kir ku, di girtîgehê de li her derê kamera hatine bi cih kirin. Girtiyê bi navê Bahtiyar Dogruyol ku di girtîgeha Tekîrdagê de dimîne anî ziman ku, rêveberiya girtîgehê bi awayekî keyfî dest dide ser nameyên wan.

Ji girtîgeha Tîpa F ya Kiriklarê girtiyê bi navê Aydin Akyuz û ji girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê girtiyê bi navê Bahtiyar Dogruyol derbarê zextên li girtîgehan ji ajansa DÎHA'yê re name şandin. Girtî Aydin Akyuz diyar kir ku, ji ber germa havînê piraniya dema xwe li hewşa girtîgehê derbaz dikin, li hewşê kamera hatiye bi cih kirin û rêveberiya girtîgehê bi vê pêkanînê ve hemû tiştên wan dişopînin. Akyuz anî ziman ku, rêveberiya girtîgehê wekî hincet "Ewlehiyê" destnîşan dike û di nameya xwe de wiha got: "Her tim me dişopînin û di hucreyê de hucreyeke din li ser me ferz dikin. Tu eleqeya van kamerayan bi ewlehiyê re nîne. Ev li hember jiyana taybet êrîş û tacîze. Bi vê pêkanînê ve rûmeta mirovahiyê tê binpêkirin."

Akyuz bertek nîşanî pêkanînê da û wiha axivî: "Em wê pêkanînê wekî êrîşeke li hember rûmeta mirovahiyê û takekesiya xwe ya şoreşgerî dibînin. Em li vir ji raya giştî re radigihînin ku bi tu awahî em vê pêkanînê qebul nakin. Ger di vê mijarê de tiştek biqewime berpirsyar Wezareta Dadê û rêveberiya girtîgehê ne."

Girtî Bahtiyar Dogruyol balkişand ser binpêkirinên mafan yên li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê û di nameya xwe de anî ziman ku, name û faksên ku ji bo binpêkirina mafan ji saziyên çapemeniyê re dişînin, tên desteserkirin. Dogruyol destnîşan kir ku, di 28'ê Hezîranê de ji bo îşkenceyeke ku li girtîgehê pêkhatiye ji rojnameya Ozgur Gundemê re faks hatiye şandin û ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hîn beş hatine reşkirin û faks hatiye astengkirin. Dogruyol di nameya xwe de wiha got: "Bi vî avahî sansurê pêk tînin û nahêlin em ji kedkarên çapemeniyê re agahiyan parve bikin. Ev biryar, cûntaya faşîst ya 12'ê îlonê bi bîr dixe û careke din derket holê ku zîhniyeta qedexekar hêj berdewam dike."