Li girtîgehê operasyona ruşwetê: 30 binçavî
Li girtîgehê operasyona ruşwetê: 30 binçavî
Li girtîgehê operasyona ruşwetê: 30 binçavî
Li Stenbolê li sê girtîgehan operasyona hate pêkanîn, di nav de midûrê girtîgehekê û polîs jî heyî 30 kes hatin binçavkirin.
Yekîneyên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Li Dijî Sûcên Organîze li ser îdiaya ku li girtîgehên Sîlîvrî, Kartal û Metrîs ji bo hinek mehkuman beramberî ruşwetê îmtiyazê didinê, operasyon pêkanîn.
Di nav de Midûrê 2’mîn yê Saziya Înfaza Cezayê ya Hêjmar 1 ya Sîlîvriyê Y.Ç.K, Midûrê Girtîgeha Nîv Vekirî ya Kartalê, Alîkarê wî û 2 gardiyan, li Girtîgeha Metrîsê erkdar û polîs jî di nav de 30 kes hatin binçavkirin.