Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê êşkenceya bi rêbaza Hîzbûllahê!

Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, ku ji aliyê Haydar Alî Ak ve tê birêvebirin, bi rêbaza Hîzbûllahê êşkence li girtiyên siyasî tê kirin.

Bi sedema ku êşkence û binpêkirina mafên mirovan protesto kiribûn, Fîkret Kara, Bariş Aras, Îlerî Kizilaltûn û Ayberk Demîrdogen hefteyek berê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hatibûn kirin. Derket holê ku gardiyan êşkenceyeke giran li Fîkret Kara kirine û ji ber vê lêdanê jî parsûyên wî şikestine. Bariş Aras, Îlerî Kizilaltûn û Ayberk Demîrdogen jî bi rêbaza Hîzbûllahê (girêdana beraz) hatine girêdan û li odeya singirkirî hatine hiştin.

Li girtîgehyên Tirkiyeyê, êşkenceya li girtiyên siyasî qet kêm nabe. Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ku girtî 24 saetan bi rêya kamerayan tên şopandin, pirtûk û rojnameyên wan tên desteserkirin, derket holê ku dest û lingên girtiyên li ber binpêkirina mafên mirovan rabûn bi rêbaza Hîzbûllahê hatine girêdan. Yek ji girtiyên isyasî yên li ber êşkenceyê rabûne Fîkret Kara ye, ku bi lêdanê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hatiye kirin. Dayika Kara Naîme Emlîk Kara, êşkenceya ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê li kurê wê tê kirin, ji ANF'ê re vegot.

GIRTÎGEHA BI TÎPA HAYDAR ALÎ AK

Naîme Emlîk Kara anî ziman, ku êşkencekarê Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdarê Haydar Alî Ak, piştî ku weke midûr li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hate tayinkirin, êşkence û tehdeya li girtiyên siyasî zêde bûne. Kara anî ziman, ku kurê wê Fîkret Kara yê piştî rojiya mirinê ya sala 2000'î bi sendroma Wernîcke-Korsakoff ket, 30'ê Tebaxa 2016'an sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hate kirin û ji roja sirgûn bûye heta niha, tehde lê tê kirin. Dayik Kara diyar kir, bi taybetî piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, bi bahaneya biryarnameyên Rewşa Awarte re zext û zordarî zêde bûne û got, "Girtiyên siyasî bi rêya kamerayan 24 saetan tên şopandin. Girtî, li hemberî vê tacîza li mehrûmiyeta mirovan, kamera ji şûna wan rakirin, li deriyan dan û dirûşme qîriyan. Li dijî girtiyên ku vê protestoyê dikin, doz tên vekirin û êşkence jî tê kirin. Pirtûk jî bi kêmanî tê dayin. Rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî, Bîrgun û Evrensel ji wan re nayên dayin. Li wesayitên rîngê ku hundirê wê kirine çend hucre, hewl didin girtiyên siyasî bitepisînin. Li qefesên van wesayitan, girtî bi rengekî kelepçekirî tên hiştin, nikarin xwe bilivînin, nikarin hilmê bistînin. Zarokên me ji ber ku van rîngan qebûl nakin, êdî ne dikarin biçin dadgehê û parastina xwe bikin, ne jî sewqî nexweşxaneyê bên kirin. Ev rewş herî zêde bandorê li girtiyên nexweş dike."

ÊŞKENCEYA BI RÊBAZA HÎZBÛLLAHÊ

Dayik Kara destnîşan kir, ku êşkenceya li girtiyên bi navê Ferdî Îşçî û Denîz Can Dîl hate kirin, êdî sebr fûrandiye. Kara anî ziman, ku Îşçî û Dîl ên ji Dev-Gençê hatin girtin, ewilî li hucreyên li blokên FETO'yî lê ne hatin bicihkirin û piştre jî dest û lingên wan bi 'girêdana beraz' rêbaza Hîzbûllahê hate girêdan û li odeyên singirkirî hatin bicihikrin. Kara destnîşan ikr, ku ev rewş li gelemperiya girtîgehê bû sedema protestoyeke mezin û girtiyên siyasî li deriyan dan û bi vî rengî êşkenceya li her du ciwanên girtiyên siyasî şermezar kirin. Dayik Kara got, "Van her du ciwanên ku li odeya singirkirî bicih kirin, tevî ku girtî ne, li hucreyên yek kesî ku hikumxwarên cezayê muebeta girankirî lê tên bicihikrin, hatin bicihkirin. Ev yek nerazîbûna girtiyên siyasî zêdetir dike. Girtî nivîsa 'Haydar Alî Ak dest ji êşkenceyê berde. Em ê her du ciwanan bi destê te ve bernedin' li derî û şibakeyên beşa bêhnstendinê ya girtîgeh dinivîsînin. Rewş tevlîhev dibe û wan bi lez û bez sirgûn dikin."

'EM Ê ZAROKÊN XWE DI NAVA LEPÊN ÊŞKENCEKARAN DE NEHÊLIN'

Kara bi bîr xist, ku kurê wê jî di navê de girtiyên siyasî bi hinceta ku protesto kirine, sibeha 11'ê Îlonê bi êşkenceyê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tên kirin. Kara diyar kir, ku beriya sirgûnkirinê, bi fermana Haydar Alî Ak û Sergardiyan Sînan Avci, bi tundî li kurê wê dixin, parsûyên wî dişikînin û girtiyên siyasî Bariş Aras, Îlerî Kizilaltûn, Ayberk Demîrdogen jî bi girêdana beraz girê didin û li odeya singirkirî bi cih dikin.

Dayik Kara ragihand, sirgûneke din jî roja 12'ê Îlonê hate kirin û di vê sirgûnê de jî li girtiyên bi navê Sadik Çelîk, Eren Odabaşi, Huseyîn Ozen û Osman Beyazkaya xistine. Kara diyar kir, ku kurê wê piştî lêgerîna bi rengekî tazî sirgûnî Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1. a Kandirayê, Bariş Aras, Îlerî Kizilaltûn jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê hatine kirin. Kara ku roja 12'ê Îlonê serdana kurê xwe kir, dît ku bedena wî ji ber lêdanê reş û şîn bûye. Kara xwe kar dike ku giliyê Midûrê Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê Haydar Alî Ak û rêveberiya girtîgehê bike.

Kara got, "Ez gelekî bi fikar û bi hêrs im" û banga hestyariyê kir. Dayik Naîme Emlîk Kara got, "Em dixwazin kesên ku êşkenceyê li zarokên me dikin bên cezakirin. Em heta dawiyê li pey zarokên xwe ne."