Li Girtîgeha Sîlîvriyê 5 girtî 8 roj in di greva birçîbûnê de ne
5 girtiyên ku sirgunî Girtîgeha Sîlîvriyê hatine kirin ji ber zexta rêveberiya girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirine.
5 girtiyên ku sirgunî Girtîgeha Sîlîvriyê hatine kirin ji ber zexta rêveberiya girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirine.
Ji nav 8 girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa F a Hacilerê sirgunî Girtîgeha Nimreya 9’an a Sîlîvriyê 5 girtiyan ji ber zexta rêveberiya girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirine.
Îsa Îpeklî, Vahît Ûfûk Yuksel, Nevzat Îçem, Omer Çelîk û Abdulstar Uzer bi rêya malbata xwe diyar kirin wan ji ber zexta girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirine û heta ku zext bi dawî bibe wê çalakiya xwe bidomînin.
Zeynep Îpeklî ya ku xwişka Îsa Îpeklî ye diyar kir birayê wê di telefonê re jê re gotiye “Bêyî ku sûcê wan hebe, cezayê hucreyê li hevalên me dibirin. Ji roja ku ez sewq bûme hê jî betanî û balîfa min nehatiye. Alavên min ên din jî nehatiye. Di heman demê de pereyê kargoyê jî bi me didin dayîn.Em li vir hatine tecrîdkirin, em asîman jî nabînin.”