Li Girtîgeha Kiriklarê sê girtî 10 roj in di greva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Kiriklarê ya Bûcaya Îzmîrê sê girtî li hemberî binpêkirinên mafan 10 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Girtiyê bi navê Abdullah Gunay ê di Girtîgeha Kiriklarê de bi malbatê xwe re bi telefonê axivî û qala binpêkirinên mafan kir.
Girtiyê siyasî ji dêya xwe re ragihand ku midûrê nû yê girtîgehê Haydar Alî Ak gef li wî xwariye.
Li gorî ragihandinên dêya wî Besna Gunay got “Bi hinceta ku 4 sal berê min li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê gef li wî xwariye midûrê girtîgeha Edîrneyê Haydar ez dabûm dadgehê. Ev kes niha jî bûye Midûrê Girtîgeha Kiriklarê ya Bûcaya Îzmîrê. Ji min re dibêje ‘Min çawa tu ji Edîrneyê sirgun kir, ez ê niha jî te sirgun bikim’. 2 meh in probleman derdixe pêşberî me. 2 hevalên me birin qawîşên din. Ji bo ku hevalên me bînin ba me em 10 roj in di greva birçîbûnê de ne. Em sê kes di greva birçîbûnê de ne. Em niha xistine hucreyên yekkesî. Heta ku daxwaza me pêk were, em ê çalakiya xwe bidomînin.”
Besna Gunay diyar kir ku kurê wê 23 sal in di girtîgehê de ye û êşkenceyeke giran li kurê wê hatiye kirin û got “Heke tişte were serê kurê min û girtiyên din berpirsê vê rewşê midûrê girtîgehê û Wezîrê Edaletê ye.”