Li Girtîgeha Îskenderûnê vîtamînê nadin girtiyan

Li Girtîgeha Îskenderûnê vîtamînê nadin girtiyan

Hate ragihandin ku, li Girtîgeha Tîpa M ya Îskenderûnê hewcehiyên girtiyên di çalakiya birçîbûnê de yên şekir û vîtamînê neyên dîtin. Parêzeran bi girtiyan re hevdîtinê pêk anîn û diyar kirin ku, di serî de qelsbûn û nexweşiyên din destpê kirin. Rêxistina BDP'ê ya Îskenderûnê jî ji bo balê bişîne ser çalakiya birçîbûnê çalakiya dorveger da destpêkirin.

Parêzer bi girtiyên li Girtîgeha Tîpa M ya Îskenderûnê yên di çalakiya birçîbûnê de hevdîtinê pêk anîn. Parêzeran diyar kir ku, li girtîgehê 27 girtîge hene û ji wan 8 girtî di çalakiya birçîbûnê de ne. Parêzeran da zanîn 4 girtiyan di 12'ê îlonê de 4 girtiyan jî di 26'ê cotmehê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û pirsgirêkên girtiyan ên tenduristiyê dest pê kirin. Parêzanan anî ziman ku, girtiyên bi navê Nîzar Aka, Emrullah Abay, Yusuf Başaran, Faruk Aydin, Yakup Tataş, Bahattîn Kaya, Ozgur Eksîk û Hamza Ungur di çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de ne.

Parêzeran têkildarî mijdarê wiha got: "Niha qelsbûn hene. Girtiyekî 8 kîlo yekî jî 11 kîlo winda kirin. Pirsgirêkên şekir û tansiyonê dijîn. Ligel van pirsgirêkan pirsgirêkên jibirîkirinê û dîtinê tên jiyîn. Rêveberiya Girtîgehê şekir û vîtamînê nade girtiyan. Li gorî derfetên xwe ji kantînê dikirin. Rastî tundiya pîskolojî û sorkirinê tên. Lêgerînan dijwar dikin. Destûrê nadin li girtîgehê bi tu kesî re hevdîtinan bikin.

Tenê girtiyê bi navê Nîzar dikare bi bavê xwe yê li heman girtîgehê girtî re hevdîtinê bike. Mafên telefon, faks û nameyan tên astengkirin. Serdozgerê Îskenderûnê ji bo bi wan re hevdîtinê bike çû girtîgehê. Tenê ji bo dest ji çalakiyê berbidin şîret li wan kirin. Guhdariya pirsgirêkên wan kirin. Rojê 2 caran doktorên ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatin peywirdarkirin tên wan kontrol dikin. Doktorê girtîgehê zêde pê re eleqeder nabe. Doktorên din jî ji bo dest ji çalakiyê berdin şîrt li wan kirin. Ligel vê yekê dem dem girtiyên adlî yên li girtîgehên wan tacîz dikin. Girtiyan ev pirsgirêk ji me re gotin."

'EM BANG LI HIKÛMETÊ DIKIN KU BI HÎSTIYAR TEVBIGERIN'

Rêxistina BDP'ê ya Îskenderûnê ji daxuyand ku, ji bo piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan dest bi çalakiya birçîbûnê ya dorveger ya rojekê dikin. Berî çalakiyê li ber nûnertiya BDP'ê ya taxa Buluttepe daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberên BDP'ê, HDK'ê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê komê Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Îskenderûnê Şukran Laçîn daxuyanî xwend û diyar kir ku, ew siyaseta li ser miriyan tê kirin napejirînin û wiha got: "Ji ber ku tu rêbazên din neman girtiyan dest bi çalakiyekî wisa kirin. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Ji ber ku em dixwazin ku ev daxwaz mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd in."

Piştî daxuyaniyê koma ji 8 kesan pêk tê dest bi çalakiyê kir.