NÛ BÛ III

Li Gîresûnê helîkoptera leşkerî ket xwarê

Li Zozanê Tohûmlûk ê Gîresûnê helîkoptera leşkerî ya ku leşkerên payebilind jî tê de bû ket xwarê. Di bûyerê de tevî 2 albayan, 7 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.

Li Zozanê Tohûmlûk ê Navçeya Alûrca ya Gîresûnê helîkopterek Skorsky ya bi tîpa S-70 ket xwar. Di helîkopterê de li gel Wekîlê Fermandarê Herêmê yê Jendermeyan Tûggeneral Mûstafa Dogrû û hevjîna wî, Serokê Kurmay ê Jendermeyên Bajêr û hevjîna wî, Fermandarê Alayê yê Bajêr û hevjîna wî, bi giştî 15 kes hebûn.

Di helîkopterê de ku saet 17.30’an li Zozanê Tohûmlûk ê mabeyna navçeyên Alûcra û Yaglidere ket, tevî 2 albayan, 7 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Serfermandariya Tirk de hate gotin ku hê sedema ketina helîkopterê nehatiye diyarkirin.